Zaroka di êrîşa hewayî de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Zaroka ku di êrîşa balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker a 18’ê Tebaxê li ser dibistaneke zarokan a li Hesekê pêk anî de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Zaroka ku di êrîşa balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker a 18’ê Tebaxê li ser dibistaneke zarokan a li Hesekê pêk anî de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker di 18´ê Tebaxê de navenda perwerdeyê ya zarokên keç a li gundê Şemoka yê Til Temirê ya Hesekê bombebaran kiribû, di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û 11 jî birîndar bûbûn.
Hat hînbûn ku ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî di 1´ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye.
Silava Remedan a ji Dirbêsiyê di 2005´an de ji dayik bûye.