BI DÎMEN

YRA û YRJ’ê bang kir: Em xwedî li Çapemeniya Azad derbikevin

YRA û YRJ’ê êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kirin û ev bang kirin: “Em xwedî li Çapemeniya Azad derbikevin.”

YRA Û YRJ'Ê BANG KIR

YRA û YRJ’ê bi armanca şermezarkirina serdagirtina navendên Stêrk TV û Medya Haber TV û ber bi serê sibehê ve (23 Nîsan) ji aliyê polîsên Belçikî ve pêk hatibû, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya dehan rojnamevanan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana ragihandina azad”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Her wiha dowîzên wekî, “Stêrk TV dengê berxwedanê ye”, “Stêrk TV dengê me ye”, “Kes nikare me bêdeng bike” hatin bilindkirin.

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Newroz Demhat daxuyanî bi Kurdî, rojnamevan Ekrem Berekat jî bi Erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye: 

Çapemeniya Azad, dengê gel e û di nava pêşbirka ragihandina rastiya gel de ye. Çapemeniya Azad, di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji bo derxistina holê ya rastiya dagirkeriyê û êrîşên li ser nirxên azad ên gel bedelên giranbiha dan. Di nava vê têkoşînê de li hember tevahî êrîşan bû deng û rengê gelên bindest.

Vê sibehê (23 Nîsan) seat 01.30’an de ji aliyê polîsên Belçikî ve êrîş li ser navenda Stêrk TV û Medya Haber TV çêbûn. Di heman demê de li Stenbol û Enqereyê bi dehan rojnamevan hatin girtin. Di vê pêvajoyê de ev êrîş tiştekî tesadûfî nîn e. Êrîş di Roja Rojnamegeriya Kurd û demeke ku li ser vîna gelê Kurd gefên mezin tên kirin de pêk hatiye.

Ev êrîş, weke parçeyek ji êrîşên li ser gelên Kurdistanê ye. Li ser vîna azad a ku li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind dike û dixwaze rastiya van êrîşan ji raya giştî re ragihîne pêk hatiye. Beriya vê jî êrîş pêk hatin. Lê di vê pêvajoyê de, ev êrîş parçeyek ji êrîşa mezin a li ser tevahî Kurdistanê ye. Parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan e.

Em weke Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), van êrîşan wekî parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê yên li ser xwe dibînin. Em dixwazin ji gelê xwe û raya giştî re bibêjin ku ev êrîş nikarin me bêdeng bikin û em ê hem bibin denge rastiya ku gelê me îro pê bawer dike, ji bo wê têdikoşe û berdelên giran dide.

Li ser vê bingehê em di serî de rojnamevanên jin tevahî hevalên xwe yên rojnamevan vedixwînin ku bi dengê rastiyê û parastina heqîqetê li hemberî van êrîşan bisekinin. Em dibêjin ti kes nikare dengê azad ê gel qut bike û êrîşên di asta qirkirinê de û berxwedaniyên di asta lehengtiyê de yên li Kurdistanê veşêre.

Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin.”