YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 6 şehîdên xwe eşkere kir ku sala 2018'an li Efrînê şehîd ketin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 6 şervanên wan di Berxwedana Serdemê de ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye :

"Têkoşîna azadî û demokrasiyê ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê tê meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû hêviyeke mezin û di dîroka têkoşîna gelan de bû merhaleyeke girîng. Berxwedanên ku li hemberî paşverûtiya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker hat meşandin, ruxmî berdelên mezin bi tîpên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girt. Yek ji wan berxwedanan jî, berxwedana ku sala 2018'an, li Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirk hat meşandin, bû. Lehengên gelê me di 2018'an de, li hember her cure êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa raber kir û destan nivîsand. Bi sedan hevrêyên me yên leheng di vê berxwedanê de ji bo parastina welatê xwe û gelê xwe, bi awayek fedayane şer kirin û tev li karwana şehîdan bûn.

Em nasnameyên 6 hevrêyên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê, parvekirina şehadeta wan heval dereng ma, em ji bo vê derengmayinê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Dijwar Goyî
Nav û Paşnav: Dogan Urun
Navê Dayik: Kadriye
Navê Bav: Ekrem
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Nasnav: Gelî Lîce
Nav û Paşnav: Weysî Narîn
Navê Dayik: Salîhe
Navê Bav: Abdullah
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Nasnav: Şerzan Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Kazicıi
Navê Dayik: Kamîle
Navê Bav: Xelîl
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Nasnav: Xebat Serdem
Nav û Paşnav: Ata Ûkmen
Navê Dayik: Mewlûde
Navê Bav: Selman
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 2018`an

Nasnav: Rûken Bêrîvan
Nav û Paşnav: Mizgîn Eliş
Navê Dayik: Hacer
Navê Bav: Necim
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Nasnav: Rêbaz Şêrewa
Nav û Paşnav: Basil Bodiq
Navê Dayik: Ezîme
Navê Bav: Dîbo
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Em di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."