YPG’ê nasnameya 5 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 5 şehîdên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Encamên agahiyên berfireh a di derbarê çalakiyên li hemberî artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê de ku tên meşandin wiha ye;

1.      Di 27’ê Adara 2018’an de li navçeya Şêrawa a girêdayî Efrîn’ê gundê Kilbêşînê komek girêdayê hêzên me li hember hêzên artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê re çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê hatiye kuştin, di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal negihiştiye destê me. Di vê çalakiyê de hevalê me Ciwan Palû di encama şerekî dijwar de bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê ku şehîd wiha ye;

Nasnav: Ciwan Palu

Nav û Paşnav: Mahsum Karadag

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Naîm

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa - Gundê Kibêşînê / 27’ê Adara 2018’an

2. Di roja 19’ê Hezîranê li qada Kefer Mizê a girêdayî Şera ya Efrînê yekîneyeke me li dijî leşkerên dijmin û çeteyên ku li wir bi cih bûbûn çalakiyek li dar xistine. Encamê çalakiyê ji aliyê me nehatiye zelalkirin, di encama şerê ku derketiye rêhevalê me Bahoz Tekman heya guleya xwe ya dawîn şer kiriye û tevlî kerwanên şehîdan bûye.

***

Nasnav: Bahoz Tekman

Nav û Paşnav: Elî Seîd Cîhanoglu

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Sayim

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Kefer Mizê / 19’ê Hezîrana 2018’an

3. Me di daxuyaniya xwe a bi dîroka 28’ê Hezîranê de di derbarê şerê di 2-4’ê Nisanê de ya hêza leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê ku li çiyayê Hewar de girêdayê navçeya Reco a Efrîn’ê de bicîh bûbûn, ragihandibû. Di vê çalakiyê de dijmin wendahiyek mezin daye, mewziyên wan hatibû îmhakirin. Di encama vê çalakiyê ku hatibû lidarxistin 3 hevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadete. 

Nasnameya hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;

Nasnav: Argeş Botan

Nav û Paşnav: Îbrahîm Îrtegûn

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Abdulqadir

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018’an

***

Nasnav: Brusk Amed

Nav û Paşnav: Abdullah Ersan

Navê Dayikê: Rahîme

Navê Bav: Elî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018’an

***

Nasnav: Welat Rûmet

Nav û Paşnav: Fatma Sabah

Navê Dayikê: Duriye

Navê Bav: Muyîdîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Çiyayê Hawar 2'ê Nîsana 2018'an

Her hevalê me ku seknekî berxwedêrî derxistine holê û gihiştine şehadete, li hember dagirkeriyê nîşaneya  rihek fedaî a binneketinê ye. Em van hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza girêdaybûna mezinkirina şerê tekoşîna wan dubare dikin.”