YPG’ê berxwedêr û cangoriyên fermana 73’an bibîr anî

YPG: Em di 4. salvegera fermana 73’emîn de herkesê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û berxwedêrên Şêngalê bibîr tînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî 4’emîn salvegera fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an li dijî gelê Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt parve kir;

“Beriya 4 salan li Şengalê beramberî gelê me yê Êzidî komkujiyeke hovanê pêkhat. Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê  ji ber baweriyên gelê me yê Êzidî êrîş kir û  komkujiyên herî dermirovî ya ku dîrokê de hatiye dîtin pêk anîn. Di êrîşên ku 3’ê Tebaxê de destpê kir de, li hember gelê Êzidî yê ku dev jî baweriya xwe berneda zilmên bêhempa hate kirin.

‘HÊZÊN HPG/YJS-STAR PÊŞIYA QIRKIRINÊ GIRTIN’

Di nav demeke kurt de li Şengalê nêzî 5 hezar kes yên ku piraniya wan mêr bûn hatin qetilkirin, bi hezaran jin jî jialiyê  çeteyan ve hatin dîlgirtin û li bazaran hatin firotin. Gelê Êzidî yê ku li dijî wan komkujî pêk hati di serî de li hin herêmên li Iraq’ê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, li gelek navendên Sûrî yên weke Reqa, Dêra Zor û herêmên din li bazaran an weke xulam an jî weke cariye hatin firotin. Êşên ku gelê me yê Êzidî lê rast hat, bi qasî zilma DAIŞ’ê, bi erka xwe pêkneanîna kesên ku ji parastina wan berpirsiyar in ve jî têkildar e. Hikumeta Iraq’ê tu mudaxeleyek nekir û beşek ji Pêşmerge hîn di destpêka êrîşan de bajar terikandin. Gelê Êzidî hewl da di nav vê tenêtiyê de jiyana xwe bidomîne. Yên ku karibûn birevin çiyayê Şengal’ê jî bi heftiyan tî, birçî û di nav lepên nexweşiyan de man. Di nav demeke kurt de bi destwerdana hêzên HPG û YJA-Star DAIŞ hate sekinandin û alîkariya mirovî ji bo çiyayê Şengalê hate gihandin. Bi vekirina korîdorên di navbera Rojava û Çiyayê Şengal’ê yên ji aliyê yekîneyên me ve, bi hezaran kes ji bo herêmên ewle hatin veguhestin.

‘ÊRÎŞ BI ARMANCA ŞKANDINA ÎRADEYA CIVAKÊ Û TUNEKIRINA JINÊ PÊKHATIN’

Tevî 4 sal bi ser komkujiyê re derbas bû jî di derheqê bi hezaran kesî de hîn jî agahiyek nîne. Birînên ku vê êrîşa hovane, ku gelê Êzidî weke fermana 73’an pênase dikin, hîn jî di dil û mêjiyan de nû ye. Ev êrîş, di şexsê DAIŞ’ê de êrîşa hişmendiya desthilatdar ya li hember piralîbûn – pirçandîbûna demokratîk û azadiya bawerî ya di şexsê gelê me yê Êzidî de ye. Fermana 73’an, weke êrîşeke bêkok hiştinê ya ku di serî de li hember Kurdan, li hember hemû gelên Kurdistanê pêşket, cîhê xwe girt. Qetilkirina bi hezaran û revandin û firotina jinan, bi armanca şikandina îradeya civakê û tunekirina nasnameya xweser ya jinê bû.

‘GELÊ ÊZIDÎ HERTIM NASNAMEYA XWE PARASTIYE’

Tevî hemû êrîşên hovane jî gelê me yê Êzidî tu caran dev ji berxwedanê bernedaye, ji çand û ola xwe dûr neketiye û nasnameya xwe parastiye. Ciwanên ku mil dan hêzên berxwedanê û ketin sengeran, di rizgarkirina xaka xwe ya ji dagirkeriyê de rola pêşengtî hilgirtin ser milên xwe, di bin Yekîneyên Berxwedana Şengal’ê de xwe tanzîm kirin û di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de cîheke aktîf girtin.

Weke Fermandariya Giştî ya YPG bi boneya salvegera 4’emîn ya komkujiyê, hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin, vê êrîşa dermirovî ya li ser gelê xwe em lenet dikin. Em bejna xwe li hember bîranînên pêşengên berxwedanê gêrilayên HPG û YJA-Star, yekîneyên me YPG û YPJ, şervanên YBŞ û Hêzên Pêşmerge ku tevlî berxwedanê bûn û di vê oxirê de şehîd bûn ditewînin. Em soz didin ku mîrateya ku hiştinê emê hilgirin ser milên xwe û pêş de bibin.”