Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyanî da.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tiştên hanê diyar kir.
“Piştî ku şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ber bi dawiyê ve çû û hêviyên çareseriya demokratîk zêde bûn û êdî gotûbêjên çalak ji bo peydakirina çareseriyê û aramiyê li Sûriyeyê peyda bû, desthilatdarên Tirkiyeyê artêşa xwe di şerekî hovane de li dijî gelê me li Efrînê bi kar tînin. Artêşa Tirkiyeyê di van êrîşên xwe de deverên sivîlan armanc digire da ku derfeteke nû ji vejandina DAIŞ’yê ya terorîst re peyda bike. Bajarê Efrînê di şer de yê li dijî terorê pêşengtî kir û ji bo şikandina rêxistina DAIŞ’ê di van salên borî de gelek ciwanên xwe feda kiriye.
Efrînê her wiha bi deh hezaran koçberên ji seranserî herêmên Sûriyeyê pêşwazî û hembêz kiriye.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku ti vebijêrên me ji bilî ber xwedanê tune ne, çawa ku me dest bi vê berxwedanê kir û em tê de bi ser ketin, em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Civaka me û hêzên me yên leşkerî ji hev cuda nabin û em bi hevdu ve girêdayî ne. Li ser vê yekê em ê vê êrîşa hovane bişkînin, çawa ku me êrîşên beriya niha jî şikandibûn. Bi rihê berxwedana leheng a şehîdan em bang li ciwanên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet bang li ciwanên herêma Efrînê dikin ku beşdarî nava refên YPG’ê bibin û li dijî êrîşkaran li ber xwe bidin û li hemberî vê hovîtiyê Efrînê biparêzin.
Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bila hemberî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê helwesta xwe zelal û diyar bikin.”