Xelkê Efrînê li dijî çekên kîmyewî meşiyan
Xelkê Efrînê yên li Şehbayê koçber in, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.
Xelkê Efrînê yên li Şehbayê koçber in, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.
Xelkê Efrînê yên li Şehbayê koçber in, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşek girseyî li dar xist. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan. Girseyî timî dirûşmeyên li dijî dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî berz kirin.
Piştî meşê axaftin hatin kirin. Ewilî endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal Ebdo axivî. Piştre jî li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axaftinek kurt kir. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî hatin şermezar kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku gerîla gel e, gel jî gerîlaye û banga çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.