Xelkê Dêrazorê: Em li gel hêza xwe QSD’ê ne

Xelkê Dêrazorê got: “Em ti destwerdanên derve qebûl nakin. Em li gel hêza xwe QSD’ê ne.”

Meclisa Sivîl a Dêrazorê meşek lidar xist û tê de bi dehan xelkê, rûspiyên eşîran, nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl, meclisên malbatên şehîdan û komîteyên jinan li rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Meş ji pêş Meclisa Herêma Rojhilata a bajarokê Hecînê destpê kir û li pêş Şaredariya Gel a Hecînê veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Yehya El Elî daxuyaniyek xwend û destwerdanên derve yên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin xelkê, rûspî, rewşenbîr û endamên meclis û saziyên Dêrazorê bi tundî destwerdanên rejîm û milîsên Îranê li herêmê di bin navê artêşa eşîran de şermezar dikin. Ev destwerdan bi armanca ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibin, terorê li herêmê belav bikin, fitneyê di nava pêkhateyan de çêkin bi taybet di nava Ereb û Kurdan de.

Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Ereb û Kurd bi xwişk û biratiyê bawer dikin û têkiliya wan ji sedan salan ve xurt e, her wiha bang li tevahî etnîk û pêkhateyên li herêmê kir ku li dijî planên qirêj hevgirtî bin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her kes dizane li Dêrazorê çi bû, yekê di dewmên hewce de piştgirî daye gel QSD′ê ye û barê têkoşîna li dijî terorê û parastina ewlehiya herêmên rizgarkirî hildaye ser milên xwe. Ji ber wê jî ew piştgiriyê didin hêzên xwe QSD′ê.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew beşek ji QSD′ê ne û nûnertiya wan dike û ji bo armancên gelê herêmê dixebite. Divê hemû aliyên siyasî û civata navneteweyî piştgiriyê bidin hewldanên QSD′ê yên têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna îstîqrarê li herêmê.

Di dawiyê de meclisê di daxuyaniyê de aşkera kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşandanên li Siwêdayê û xwestekên wan mafên rewa ne.