Xelkê Şedadê cenazeyê 3 şehîdên xwe veşartin

Xelkê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenzezeyê 3 şehîdên QSD′ê veşartin û gotin ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Xelkê Şedadê ji bo veşartina 3 şehîdan berê xwe da goristana şehîdan a li Şedadê. Şervan Elî Mihemed El Îsa (Egîd) û Xelîl Ehmed El Ebid (Ebid) di 26′ê Îlonê de li navçeya Zîbanê ya rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbûn, her wiha Nûr Şelaş El Ferec (Ciwan Hesekê) di 25′ê Îlonê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Van şehîdan di oxira azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe da.”

El Hisên diyar kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan ew şopdarên rêya wan bin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên ′Şehîd namirin′ de şehîd hatin veşartin.