BI DÎMEN

Halîl Dag li Qamişloyê hat bibîranîn

Halîl Dag ê ku 1'ê Nîsana 2009'an şehîd bû, li Qamişlo hat bibîranîn.

Halîl Dag ê ku 1'ê Nîsana 2009'an şehîd bû, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Komîna Film a Rojava ve hat lidarxistin. Sînemeger, hunermend, sazî û gelê bajarê Qamişlo tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre sînevizyonek der barê xebatên şehîd Halîl Dag de, bi taybet di dema amadekirina wî ya filman û jiyana wî de hate pêşkêşkirin.

Dûre hevalên şehîd Halîl Dag bîranînên xwe pê re vegotin. Derhênerê sînameyê û endamên Komîna Film a Rojava Nûman Xeyt behsa jiyana şehîd Halîl Dag kir û diyar kir ku şehîd Halîll li Elmanyayê ji dayik bûye, jiyana xwe li Îzmîrê derbas kir, her wiha di kanala Med TV de xebitî. Piştî berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û hezkirina wî ji jiyana gerîlatiyê re tevlî gerîla bû.

Endama Komîna Film a Rojava û derhênera sînameyê Jîna Asmîn li ser taybetmendiyên şehîd axivî û got şehîd Halîl di dilên piranî gelan de cihekî xwe çêkir, çalak bû, wî sînameya şoreşgerî bi pêş xist û li ser vê bingehê tê koşiya û mîraseke tije li pey xwe hişt, filma Bêrîtan mînak e.

Derhêner Emîn Egîzek jî axivî û got: "Şehîd Halîl Dag xwest ruhê berxwedanê û lehengiyê yê li cem gelê Kurd derxe. Ji ber ku di tevahî filmên li ser Kurdan çêkirine, behsa zilm û zordariya li dijî Kurdan dike, lê şehîd Xelîl xwest berxwedana vî gelî bide pêş."