'Wê bi darizandina DAÎŞ’ê re rûreşiya dewleta Tirk eşkere bibe'
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce diyar kir ku piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAÎŞ’ê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava zêde bûn.
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce diyar kir ku piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAÎŞ’ê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava zêde bûn.
Di 10’ê Hezîranê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve daxuyanî hat dayîn ku wê çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin. Piştî wê êrîşên dewleta Tirk bê navber li ser Rojava çêdibin. Têkildarî darizandina çeteyên DAÎŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Endamê Desteya Rêveberiya giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ANF’ê re axivî.
Ehmed Xoce diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku êrîşên wisa li ser Rojava û Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê tên kirin û wiha got: “Hêviya Dewleta Tirk ew e li Mîsaqê Milî car din pêk bîne, têde guhertina demografîk û durxistin ji rastiyê bide avakirin. Dewleta Tirk netehemûliya xwe êdî li hemberî şoreşa me da nîşandin û her tim xwestiye vê şoreşê biçewisîne, çi bi riya komên çeteyan çi jî raste rast, ku xwest van destkeftiyana tune bike.
Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çi diqewime? Ma ev e herêmên aram yê ku behsê dike. Armanca wan ew e ku vê herêmê dagir bikin. Bi gotina ku em ê herêma aram pêk bînin, ti aramî li herêmê nehiştiye. Vaye Rêveberiya Xweser ku têde gelek netew hene, mil bi mil bi hev re jiyaneke wekhev û azad dihewîne û her netew bi azadî xwe rave dike. Ev jî ji bo dewleta Tirk tirse."
Xoce destnîşan kir ku tirsa dewleta Tirk avabûna civakeke demokratîk e û wiha bilêv kir: "Dewleta Tirk projeya Demokratîk ji bo xwe xeter dibîne, tirsa wê ew e ku ji desthilatdariyê bêpar bimîne. Piştî daxwuyaniya darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat dayîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava zêde bûn.”
Dema ku DAÎŞ hat darizandin wê rûreşiya dewleta Tirk derkeve holê. Di hemû aliyan de dewleta Tirk piştgiriyê dide DAÎŞ’ê û dizane ku dema DAÎŞ were darizandin, wê rûyê wê yê reş derkeve hole. Piştî daxwuyaniya Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyan, dewleta Tirk bi hemû awayî û bi rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dixwazin bi van êrîşan vê herêmê koçber bikin û îradeya gel têk bibin. Ew dibêje ku ez ê vî gelî bi vî awayî tune bikim. Lê dîsa jî bi bin dikevin."
Xoce bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî êrîş û hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir û got: "Ew dewletên garantor ji bo berjewendiyên xwe, xwe ji van kiryarên dewleta Tirk re bêdeng kirine. Dewleta Tirk jin, ciwan û her kesî dike hedefa xwe, heta bi cihên xizmetguzariyê jî. Lê dewletên hegemon û civaka navnetewî xwe ji van kiryaran re bêdeng dike."
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce di dawiyê de ev bang kir: “Divê êdî gelê me li hemberî dagirkeriyê rabe û divê em li hemberî dagirkeriyê xwedî bertek bin. Em ê heta dawiyê bi axa xwe ve girêdayî bin û têbikoşin. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne, divê em xwedî li xwe derkevin.”