TEV-DEM'ê daxuyaniyek weşand û di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“Siyaseta ku dewleta Tirk a faşîst dimeşîne, siyaseteke sûcdar û dîrokî ye ku ji pêşiyên xwe yên Osmanî wergirtiye. Hikumeta faşîst ji pêşketina civakê an jî avakirina pîvanên demokratîk ên rasteqîn çi li Tirkiyeyê bi xwe be yan jî li dewletên derdora wê be ditirse, lewra her timî hewl dide bi hemû rêbazan tolê ji îradeya van gelan hilîne.
Di vê serdemê de, Tirkiye dibîne ku navenda sereke ya bandorê li siyasetên herêmê û cîhanê dike Rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan rihê berxwedanê yê îradeya gelan û çandên mirovahiyê zindî kirin, lê hikumeta faşîst ji vê pêşketinê ditirese; lew ra bi zanebûn siyaseta qirkirinê dimeşîne da ku doza Rêber Abdullah Ocalan ne ji hundir ve û ne jî ji derve ve neyê livandin.
Bi vê yekê dewleta faşîst hewl dide sûcên xwe yên hovane binixumîne û ji berpirsyariyên xwe yên li hemberî têkoşîn û berxwedana Rêbertî û mafên wî yên rewa wek dîlgirtiyekî ji bo mirovahiya azad direve. Li ser vê yekê divê hikumeta faşîst a Tirk daxuyaniyan bi raya giştî re parve bike û ji bo hevdîtin û serdanên fermî destûrê bide ku çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdhejê zelal bike.
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), di serî de rêxistinên di bin sîwana NY û saziyên têkildarî dozên girtiyan û CPT′yê bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û sivîl ên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Tirk a faşîst a Tirk bikin û wê mecbûr bikin bila çarenûsa Rêbertî zelal bike, bila bihêle şande Rêber Abdullah Ocalan ziyaret bikin rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gavên pratîk biavêjin.
Di heman demê de em bang li gelan û pêkhateyên li Kurdistanê û yên li derveyî herêmê, tevahî hêzên siyasî, niştimanî, rêxistinên civaka sivîl dikin ku dakevin qadan, piştgiriyê bidin berxwedana hemdemî ya şaristanî ya Rêbertî. Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyên konvendanê bibin ku ji bo piştgiriya bi gelê Bakurê Kurdistanê û hevalên di girtîgehan de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em têkoşîn û berxwedanê geş bikin heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin.”