Sûryanî: Girtîbûna Ocalan girtîbûna nirxên mirovahiyê ye

Nûnerên gel ên Sûryaniyên li Qamişlo komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin, ''Em raman û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe weke hilmê dibînin. Girtîbûna wî girtîbûna nirxên mirovî ye.''

Nûnerên gel ên Sûryanî yên li     Qamişlo komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin, azadiya Ocalan xwestin û destek dane berxwedana li dijî tecrîdê.

'ARMANC QIRA GELAN BÎNIN'

Endama Partiya Yekîtiya Sûryan Nûra Henna got 15'ê Sibatê ji bo Sûryan û Kurdan 'roja reş'' e û domand, ''Dewleta Tirk û dewletên din dixwazin vîna jiyana hevpar a gelên herêmê bişkînin. Ji girtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan armanc ne kuştin an jî tinekirina wî ye. Armanc di serî de ya Kurdan, şikandina vîna gelên herêmê û qirkirina wan e.''

'JIYANA ME LI SER FELSEFEYA OCALAN E'

Henna got ew bi jinbûna xwe dixwaze tevlî dengê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê bibe û got, ''Armanca greva birçîbûnê ya Leyla Guven ew e ku tecrîda li ser  Rêber Apo were şikandin û dîwarê Imraliyê were hilweşandin. Dijmin her çendî bixwaze vê fikir û felsefeyê tine bike jî em gelên herêmê, jiyana xwe dispêrin fikir û felsefeya  Rêbertî. Em dixwazin ku ev tecrîd  demildest were rakirin.''

Henna diyar kir Ocalan rêya azadiya jinê ronî kiriye û got, ''Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe, rêya azadiyê nîşanî jinê daye ku berê tim koletî dijiyan. Lê êdî em dibînin bi têkoşîna raman û felsefeya  Rêber Apo têkoşîn hatiye cihekî girîng.''

'DAXWAZA BERXWEDÊRAN A ME YE JÎ'

Henna got divê Ocalan demildest were berdan û domand, ''Mafê wî yê herî sirûştî ye ku bi gelê xwe re bijî. Em diyar dikin ku em li daxwazên berxwedêrên zindanan derdikevin, daxwazên me ne jî û berxwedana wan slav dikn. Sûryanî careke dî bang li hemû cîhanê dikin ku guh bidin vî dengî. Em dibêjin jibo ku tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin divê têkoşîn were geşkirin''

'HÛN NIKARIN JI AQILÊ GEL BAVÊJIN'

Endamê Pariya Yekitiya Sûryan û Hevşaredarê Şaredariya Rojava ya Qamişlo Evdilehek Îsheq jî li dijî komplo û tecrîdê got: '' Komplo li ser Rêberê Gelê Kurd, mîmarê projeya Neteweya Demokratîk û feylezofê dema berdest Abdullah Ocalan ev 20 sal in didome. Û li vir em bang li Ewropayê û dewletên din dikin. Em dibêjin, hûn çi qasî jî hewl bidin, hûn nikarin ramanên vî feylezofî ku bi tîpên zêrîn li dîrokê hatiye nivîsîn ji aqilê gel derxînin.''

'RAMANÊN WÎ MÎNA NAN Û AVÊ HEWCE YE'

Îsheq got Ocalan dixwaze hemû dînên li cîhanê bi hev re bi dadmendî bijîn, kir ku hemû gel di nav projeya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn û ti cihêtiyê naxe navbeyna mirovan, gelan, Misilman û Xiristiyanan.

Îsheq diyar kir, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe çi ji destê tê divê bike, ew gelên Sûryan, Ermen, Asûr raman û felsefeya Ocaan ji bo xwe weke nan û avê dibînin, vê felsefeyê di nav xwe dijîn û her gav raman û felsefeya  Ocalan berbelav dikin.

'FELSEFEYA WÎ NÊZÎ BAWERIYA ME YE'

Evdillehek got ew ramanên Ocalan nêzî baweriya Xiristiyanan dibîne û got, ''Yek ji sedema ku em ramanên Ocalan qebûl dikin ew e ku ramanên wî pir nêzî baweriya Xiristiyanê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rih û fikra her mirovê vir de dijî, ku dilxwazê azadî û demokrasiyê ne. Gelek civakên Ewropayê (Elman, Swîsre û hwd) ji bo ku vê felsefeyê qebûl dikn îro ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin. Em Sûryan jî dixwazin demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe.''

'GIRTÎBÛNA OCALAN GIRTÎBÛNA NIRXÊN MIROVÎ YE'

Endamê Komeleya Çanda Sûryanî ya Qmişo Hanna Somî got, ''Armanca Abdullah Ocalan ew e ku li ser nirxên demokratîk, aştîxwaz û mirovî civakekê ava bike. Girtîbûna Rêber Apo tê maneya girtîbûna nirxen mirovî û demokratîk. Zanayekî ku bi felsefeya xwe dixwaze mirovê nû ava bike, girtine.

Raman û felsefeya Rêber Apo berevajî hişmendiya dewletî, mirovî, exlaqî û civakî ye. Hêzên navnetewî ramanên ku Rojhilata Navîn pê ronî bibin nedixwestin. Pêşengê ramanên ku Rojhilata Navîn ronî dike, Ocalan bi komployekê dîl girtin. Hêzên navnetewî dixwestin polîtîkayên ku li Rojhilata  Navîn gelan li ser cihêtiyên etnîk û dînî bînin pêşberî hev, bidomînin. Sedema girtina Ocalan daxwaza domdarkirina van polîtîkayan e.''

Somî got Ocalan tenê bi fizîka xwe li zindanê ye, bi fikir û giyanê xwe li cem wan e û paradîgmaya wî li hemû cihanê berbelav bûye.

'MIROVAN BEDENA XWE DANE BER ÊGIR'

Somî şehîdên 'hûn nikarin Roja me tarî bikin' bi bîr anî û got, ''Di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin ku mirov ji bo rêber an jî lîderekî bedena xwe bidin ber êgir. Lê dema ku feylezofê serdema nû Rêber Apo dîl hate girtin, bi sedan jin û ciwanan bedena xwe dane ber êgir. Em dibînin ji sedan welatî mirov tên û tevlî vê şoreşê dibin û canê xwe feda dikin. Divê mirov li ser vê bifikire. Rêber Apo dibêje, 'ez hurmetê didim hemû gel, ziman û çandên Rojhilata Navîn'. Em gelê Sûryan jî dizanin ku Rêber Apo lîderê aştî û mirovahiyê ye û felsefeya wî nêzî rêgezên me yên jiyanê ne.

'RAMANÊN WÎ DI DILÊ GELÊ SÛRYAN DE BI CIH BÛNE'

Di dilê her Sûryaniyî de ramanên Rêber Apo bi cih bûne. Ji ber ku cara pêşî Ocalan yekîtî û biratiya gelan parastiye, ji bo ku gel bi hev re bijîn têkoşiyaye. Ispata wê jî ehêzên Sotor û Xabûr e, YPG û hêzên Senedîdê bi hev re li heman eniyê şer kirine.''