BI DÎMEN

‘Stûna sereke ya şoreşê ziman e’

Ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û êdî bi rehetî fêrî zimanê xwe dibin.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi têkoşîneke mezin li Rojava xewnên bi sedan salan hatibûn windakirin, bi saya vê şoreşa dîrokî ew xewn pêk hatin. Gelî di nav wan zor û zehmetiyan de gelekî li ber xwe da, da ku erîşên dijminên kurdan ên li ser ziman, nasname û çandê bişkînin. Mirov dikare bibêje ku ew tu carî têk neçûn û bi îradeyeke pir bihêz gelek destkeftî hatin bidestxistin. Yek ji van destkeftiyên ku bû stûna vê şoreşê zimanê Kurdî bû. Li dibistanan  perwerdeya bi zimannê zikmakî bê tirs û bi serbilindî hatin dayîn.

 Bi Şoreşa Rojava re ji bo ku gel bi zimanê xwe yê dayikê biaxive proje û xebatên cur bi cur ji bo gelên heremê hatin pêşxistin. Rejima Beasê bi salan nehişt gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û bistre. Lê belê gelên herêmê bi şoreşê re azadiya xwe bi dest xistin û bi zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeyan bûn. Bi peşangtiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi 3 astan perderweya zimanê Kurdî tê dayîn. Kesên tevlî perwerdeyê dibin û Revêberiya Navenda Astên Zimanê Kurdî ji ajansa me re axivîn.
 “STÛNA SEREKA YA ŞOREŞÊ ZIMANE”

Ji Rêveberiya Navenda Astên Zimanê Kurdî ya bajarê Qamişloyê  Delal Haşim da zanîn ku zimanê Kurdî beriya Şoreşa Rojava hatibû windakirin, lê belê piştî Şoreşa Rorava gelek destkeftî hatin bidestxistin û yek ji van deskeftiyan jî   perwerdeya zimanê dayikê  bû û wiha pêde çû: “A rastî beriya  Şoreşa Rojava bi taybet li ser gelê Kurd gelek zext û zorî dihatin meşandin. Me nedikarî ku bi zimanê xwe biaxivin û bi çanda xwe bijîn. Em ketibûn di nava qalibekê de.  Lê belê piştî Şoreşa Rojava bi saya lehengiya şervanên me yên YPG û YPJ’ê me gelek destkeftiyên mezin mezin bi dest xistin û  yek ji wan destkeftiyan ku stûna sereke ya şoreşê ye, zimanê Kurdî bû.”

“ASTÊN KURDÎ HATIN VEKIRIN”

Delalê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Dema ku zimanê me ji dijmin hat rizgarkirin, em bi zimanê xwe serwer bûn. Bi sedan dibistan hatin vekirin piştre  jî perwerdeyên zimanî ji bo kesên ku zimanê xwe fêr nebûne hatin dayîn. Ev perwerde ji bo temenê 13 salî heya temenê herî mezin tê qebûlkirin. Her wiha ev perwerde ji sê astan pêk tê. Asta yekemîn ji tîp û hin mijarên sereke dest pê dike, asta duyemîn jî ji dersên Rêzimana kurdî pêk tê û asta sêyem jî ji rêzimana giştî ya zimanê Kurdî pêk tê.  Di her astê de ezmûn hene da ku kesên ku tevlî van astan dibin bawernameyekê bigire.”

DAXWAZA FÊRBÛNÊ PIR ZÊDE YE    

Delalê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî pir zêde ye û got: “Rastî jî kesên ku dixwazin zimanê xwe fêr bibin pir in. Hem bi ciwanan re hem jî bi kesên temenmezin re  xwestekeke pir mezin heye.  A   rastî ji bo ziman kedek pir mezin hate dayîn. Em ê roj bi roj zimanê xwe hîn zêdetir pêş  bixin. Daxwaza min ew e ku hemû kesên tevlî van astan nebûne û fêrî zimanê xwe nebûne tevlî bibin û zimanê xwe pêş bixin.”

DIVÊ HER KES BI ZIMANÊ XWE BIZANIBE

Enûd Meriyî ku xwendekara asta yekemîn a perwerdeya zimanê Kurdî  ye, da zanîn ku ew piştî temenekî mezin tevlî perwerdeya Kurdî bû û sûdeke pir mezin jê wergirtiye û got: “Ji ber ku bi sedan salan zimanê me hatibû qedexekirin,  ez jî tevlî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûm. Piştî Şoreşa Rojava derfetek mezin ji me re çêbû ku em ji nû ve bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Daxwaza min ew e ku her kesê ku tevlî van perwedeyan nebûne tevlî bibin û fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin.”  

ZIMAN ÇANDA MIROV DIDE NASîN  

Îbrahîm Mîrza ku  xwendekarê asta yekemîn a perwerdeya zimanê Kurdî ye bal kişand li ser girîngiya  çand û zimanî û wiha axivî:  “ Em tevlî vê perwerdeyê bûne da ku em li ser ziman û çanda xwe pisportir bibin. Di heman demê de ez xwendekarê pola 10’an im.  Hêviya min ew e ku hemû kes li ser zimanê xwe lêkolînan bikin û tevlî van perwerdeyan bibin.”

 BI SER BILINDÎ BI ZIMANÊ XWE DIXWÎNIM

Newroz Hesen ku xwendekara asta yekemîn a perwerdeya zimanê Kurdî ye, wiha derbarê zimanê xwe yê dayikê de axivî: “Em weke xwendekar û ciwanên pêşerojê bi saya  van perwerdeyan zimanê xwe yê dayikê baştir fêr dibin.  Zimanê me beriya şoreşê hatibû windakirin, lê belê niha bi awayeke azad em dikarin zimanê xwe biaxivin û serbilindî bi zimanê xwe dixwînin.”