Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Kobanê hat pîrozkirin
Li Kobanê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat li dar xistin.
Li Kobanê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat li dar xistin.
Li Qada Şehîd Egîd a Kobanê, salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava bi şahiyekê hate pîrozkirin. Bi hezaran xelkê herêma Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tev li şahiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de ewilî cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Xelîl bal kişand ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serxistina Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema felsefeya afirandina jiyana azad e ku Rêbertî pêşkêş kiriye. Gelên herêmê berhemê ku Rêbertî çandine, diçînin. Ji 11 salan ve gelê herêmê gotina xwe kir û qeydên koletiyê şikandin û îro bi hev re azad û ewle dijîn. Şoreşa me ji hemû azadxwazan re bûye rêyek."
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê jî axivî û got: "Vê rojê kokên dîrokî yên gelên herêmê nûjen kirin. Di vê rojê de gelên tîhên azadiyê gotina xwe kir û bendên tirsê şikandin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji hemû şoreşan re bûye mînak."
Piştre cîgirê Hevserokatiya Mecîisa Kantona Girê Spî Hezai El Mihemed axivî, anî ziman ku bajarê Kobanê li hemberî komployên li dijî projeya demokratîk bû kevirekî xurt û got: “Her şoreşek xwedî armanc e. Şoreşa me jî xwedî bingehên mirovahî ye ku têkoşerên wê destanên lehengiyê nîşan dan."
Endama Koordînasyona Kongra Star Zozan Berkel jî Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelê herêmê pîroz kir û wiha got: "Ev roj xewna me ya bi sedên sala bû. Bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna jinan ev xew bi cih hat.”
Piştî axaftinan Koma Botan, hunermend Sîpan Xelat, Evîn Efrîn, Fewaz El Şêx, Şivan El Cezîrî û Silava Bozan derketin li ser dike stran gotin.
Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.