BI DÎMEN

Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî dagirkirina Efrînê meşiyan

Li Şehbayê bi hezaran kes bi boneya şeşemîn salvegera dagirkirina Efrînê tevlî meşa şermezarkirinê bûn.

ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINA DAGIRKIRINÊ

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê meşek li dar xist.

Girseya gel li çerxêreya navçeya Ehdasê kom bû û şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, hildan.

Meşvan heya pêşiya Baxçeyê Rêber Apo meşiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo axivî.

Xedîce Îbo îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide Împaratoriya Osmanî vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Her wiha xedîce destnîşan kir ku berxwedana koçberên Efrînê ya ji 6 salan ve li Şehbayê berdewam e, misogeriya rizgarkirina Efrînê ye. Xedîceyê di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hevserokê meclisa navçeya Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa jî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê şermezar kirin. Mistefa got hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê sûcan pêk tîne.”

Fewzî Mistefa destnîşan kir ku ew şopdarên berxwedana li hember siyasetên dagirkeriyê ne ta ku Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê tê rizgarkirin.