Dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obusan du gundên Minbicê bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obusan du gundên Minbicê bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Têkiliya Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gundê Buwêhic ê li rojavayê Minbicê bi balafirên bêmirov hatiye bombekirin.
Di heman demê de bi obusan êrîşî gundên Buwêhic û Til Torînê jî kirin.