Cenazeyê şervanê YPG’ê Bakur Efrîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanê YPG’ê Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) ku di 22’ê Çile de şehîd bibû merasîmeke girseyî li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanê YPGˊê Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) ê ku di 22ˊyê Çileyê de li Tebqayê şehîd bû, merasîmek li dar xist. Gel piştî cenazeyê şehîd ji nexwşxaneyê wergirtin ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê yek ji fermandarên YPGˊê Hemze Heleb axivî û got: "Şehîd Bakur Efrîn di nava malbateke welatparêz de li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê ji salên 1990ˊî de mezin bûye. Ji destpêka Şoreşa 19ˊê Tîrmehê tev li YPGˊê bûye."

Hemze Heleb wiha domand: "Em ê di oxira têkbirina plan û komployên li dijî gelan de di serî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna xwe bilind bikin."

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Beyrem jî axivî û got: "Meha Sibatê ji bo gelê Kurd meheke reş e. Ji ber ku di 15ˊê Sibatê de komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo hat pêkanîn."

Şervanê YPGˊê Tolhildan Bîrhat ku pismamê şehîd e got malbata şehîd Bakur soza xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna armancên şehîdan nû dike.

Di nava tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” de şehîd hat veşartin.