Li dijî tecrîda girankirî ku 23 sal in bê navber li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêk anîn li tevahî cîhanê û bi taybet Kurdistanê gel nerazîbûnên xwe nîşan didin. Têkîldarê mijarê Berdevkê Eşîrên Bajarê El-Bûkemal Yasir El-Selman û Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Hecîn Selah El-Selman axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê tecrîdê ji holê rakirina projeya Neteweya Demokratîk e.
El-Salman anî ziman ku ji ber dewletên kapîtalîst projeya Neteweya Demokratîk li hember pergala xwe wek tehlûke dît, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girt û wiha got: “Ev êrîşek li dijî projeya ku li ser bingeha azadî û demokrasiyê hatiye avakirine. Gelên Rojhilata Navîn bi pergala kapîtalîst re ji azadiya xwe û jiyana hevpar bê par man. Divê em di vê zanabûnê de bin û li gorî wê têkoşîna xwe bikin. Divê gel yekîtiya xwe li dijî pergala kapîtalîst û emperyalist bi hêz bike.”
JI XENDEKEKE TARÎ BER BI AZADIYA RAMAN VE
Yasir El-Selman diyar kir ku wî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya projeya Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk nas kiriye û wiha got: “Her wiha lêgerînên min çêbûn û di vê çarçoveyê de min parêznameyên Abdullah Ocalan xwendin û hin lêkolînan kir. Beriya naskirina projeya Rêber Abdullah Ocalan, gelê Dêrezorê di tunelek tarî de dijiyan. Lê piştî ku me projeya Rêveberiya Xweser nas kir, me karîbû rejîma otorîter a ku azadiya mirov di nav xwe de difetisand û kole dikir, rizgar bikin."
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ ERKÊN XWE BI CIH BÎNIN’
Yasir El-Selman da zanîn ku li ser bingeha bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekîtiya gelan û jiyana hevpar hêj zêdetir pêş ketiye û wiha domand: “Gelên li herêmê bi diyalog, nîqaş, rexne û xwerêveberiyê karîbûn zihniyeta jehrî ya ku hişê wan dagir kiribû biguherînin û ji bo reformkirina civakê kar kirin û xebat meşandin."
Selah El-Selman di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Ereb û gelên azadîxwaz ên cîhanê kir ku ji bo rawestandin û bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava hewldanê û erkên xwe bi cih bînin.