Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro ji berpirsên Pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya cîhanî re nameyeke piştgiriyê şand.
Di nameyê de hat gotin : “Yekitî, ode û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên birêxistinkirina jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Rêber Ocalan, dîlgirtiyê yekane li cîhanê ye ku ji bo vîna gelan ji zêdetirî 25 salan ve di hucreya takekesî de tê dikoşe û li ber xwe dide.”
Di nameyê de bal li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî hat kişandin û wiha hate gotin, “Rêber Abdullah Ocalan ji wexta dîl hatiye girtin ve, bi siyaseta îşkenceya derûnî û bendenî re rû bi rû ye û ev siyaset bi armanca têkbirina cewher û nirxên pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Em teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê dawiyê li şerê Tirkiye-Kurdan bîne û di jiyana her du gelan û gelên herêmê de rûpeleke nû vebike. Lewma çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê anku çareserkirina doza Kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
Pêngava we ya mirovî û civakî ya afrîner û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mezinkirina têkoşînê ji bo ku em eşqa xwe ya mezin bi berxwedana Rêber Ocalan re bikin yek, li me ferz dike ku em tevahî hêz û derfetên xwe seferber bikin da ku armancên vê pêngava cîhanî pêk bînin. Em bi hêvî ne ku ev têkoşîn bi tevlêbûna rêxistinên hiqûqî, saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan û navendên têkildarî girtiyên siyasî, firehtir bibe.”
Yekiti, rêxistin û odeyên îmzeya xwe avêtine binê nameyê ev in:
Yekitiya Kedkaran
Yekitiya Mamosteyan
Yekitiya Rewşenbîran
Yekitiya Parêzeran
Yekitiya Bijîşkan
Yekitiya Bijîşkên Diranan
Yekitiya Dermanfroşan
Yekitiya Cotkaran
Yekitiya Koperatîfên Cotkariyê
Yekitiya Hunermendan
Yekitiya Asnafan
Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê
Yekitiya Endezyaran
Yekitiya Bazirganên Avahiyan
Yekitiya Ajokeran
Odeya Bazirganiyê
Odeya Pîşesaziyê
Rêxistina Rojava
Mala Êzidiyan
Meclisa Civakî ya Ermen
Komeleya Çerkesî
Komeleya Turkmenî
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê
Nivîsgeha Ciwanan a TEV-DEM`ê
Komeleya Wênekêşan
Yekitiya Pîşeyên Serbest
Yekitiya Pîşeyên Destan ên Xwecih