Rêveberiya Xweser bang li NY’yê kir ku ji bo sivîlan komîteyek bê avakirin

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji bo lêkolînkirina rewşa sivîlan a dewleta Tirk êrîşî wan kirî û parastina sivîlan a ji êrîşan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku komîteyek bê avakirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdullkerîm Umer ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Zagonên navdewletî koçberkirina bi darê zorê weke valakirina ne qanûnî ji komeke kesan û niştecihên ji xakê re ku li ser dijîn, pênase dike. Ev yek dikeve nava sûcên şer, sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê.

Li gorî di sîstema Roma ya mirovî ya dadgeha cînayetên navdewletî re, ku dûrxistina niştecihan û vegustina bi darê zorê her wiha kiriyarên di çarçoveya firehkirina êrîşan û yên bêserûber li dijî komeke ji niştecihên sivîl sûceke li dijî mirovahiyê ye.

Her wiha madeya 49`an ji lihevkirina Genevê ya 4`emîn sala 1949`an veguhestina komî ya bi darê zorê yan jî tekane û dûrxistina wan ji herêmên ku têde dijîn ber bi xakeke din ve, qedexe kir, lê ji bo berjewendiyên wan ji herêmên şer, têne dûrxistin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker herêmên me yên di navbera Serêkaniyê heta Girê Spî ve dagir kir û piştî ku zêdeyî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê kir û ew ji mal, gund û bajarokên wan derxistin, her wiha nexweşxane û binesazî rûxandin îro jî hewl dide niştecîhan ji herêmên din bîne û wan li van herêman bi cih bike. Ev yek bi hevkariya NY`yê tê kirin bi armanca ku armancên xwe yên siyasî pêk bîne. Her wiha armanc jê ku nasnameya herêmê were guhertin û guhertina demografî bi hinceta vegerandina koçberan pêk bînin.

Em Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema ku em giştî siyaset û nêrînên dewleta Tirk ên şofînî red dikin, em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku têkeve nava liv û tevgerê da ku karast li dijî şênî û niştecihên herêmê neyê kirin. Ev yek wê derî li pêşiya şerên netewî û civakî veke. Her wiha wê yekîtiya civaka Sûrî parçe bike û rê li pêşiya parçekirina Sûriyê, civak û erdnîgariya wê veke.

Her wiha ji NY`yê dixwazin ku pêşniyara dewleta Tirk a bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên me paşguh bike, di heman demê de jî divê komîteya lêpirsîna rastî û şopandina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bike bê avakirin ku rewşa sivîlan ên ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçber bûne, bişopîne. Di gel ku binpêkirin û înfazkirina der heqê gelên sivîl de belge bike û projeya Tirkiyê ku wê zirarê bigihîna cografiya herêmê û di encamê de nakokiyan derbixîne û aramiya herêmê tê bike, qedexe bike. Lê belê der barê çareseriya dosya bi hezarên penaberên ku koçberî deriyî Sûriyê bûne de, NY`yê û hêzên aktîf piştî rewş aram bibe û garantiya ewlehiyê bidin,  dikarin wan li welatên wan vegerînin, tevî ku Rêveberiya Xweser domdar diyar dikir, heke dosya di bin serpereştiya NY`yê de be, em ji alîkariyê re amade ne. Li ser vî esasî xof û tirs nemîne û şênî wê li welatên xwe vegerin. Di heman demê de jî rê li pêşiya guhartina dîmografiya herêmê bigire û parastina pirrengiyê û piştevaniya jiyana hevbeş bike.  Berovajî ku tiştên li Efrînê rû da û hêj rû dide ku ji sedî 97 ji niştecihên wê Kurd bûn, lê belê niha ji sedî 25 e. Ev jî bi serê xwe xeterî ye. Her wiha xebata bicihkirina malbatên çeteyan ên ku di nava cîhanê de bi tewanên sûcên şer têne xwestin, ev jî piştevaniyê dide rêxistên terorîst di pêşwazîkirina terorîstan û bicihkirina wan di hundirê Sûriyê de.

Têkildarî bêdengiya NY`yê ji kiryarên dewleta Tirk û berdewamkirina projeyên xwe yên nijadperestiyê de, wê xizmeta pêşeroja Sûriyê û rola NY`yê di pêkanîna aşîtiyê de neke. Di vê derbarê de hêj em ji saziyên navdewletî, nexasim ji NY`yê dikin ku zextê li ser Tirkiyê bikin, da ku ji herêmên ku dagir kirine, derbikeve û komkujiyên dermirovî rawestîne. Ji ber ev jî binpêkirina zagonên navdewletî ye.”