Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê êrîşên dagirkeriyê şermezar kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên roja Pêncşemê yên li Qamişloyê şermezar kir û bang li gel kir ku li dora rêveberiya xweser bicive.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên roja Pêncşemê yên li Qamişloyê şermezar kir û bang li gel kir ku li dora rêveberiya xweser bicive.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê der barê bombebarana dewleta Tirk a dagiker a li ser 2 erebeyan li Qamişloyê, daxuyandiyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li gel berdewama şerê qirkirin û planên komploger ên dewleta Tirk ên li hember herêmên me, careke din balafirên bêmirov 2 erebe li ser rêya di navbera gundê Xezne û Til Marûf ên Tibespiyê de bombebaran kirin û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Hemwextî salvegera 10′an a Komkujiya Til Hasil û Til Eranê û salvegera 7′an a teqîna terorî li Qamişloyê, her wiha hemwextî sedsala Peymana Lozanê, nameyên aşkera hene ku dê AKP û MHP siyasetên qirkirinê û tesfiyekirinê li hember gelê herêmê bidomînin. Her wiha siyasetên wê li hember Sûriyeyê êdî aşkera ne û ew siyasetên dagirkeriyê yên berfireh in. Dê belgeyên rêxistinên terorîst û penaberan li dijî her kesê bi planên wê re li hev nakin, bi kar bîne.
Dê xemsarî yan jî guhdarkirina li piştgirê terorê Erdogan bandoreke neyînî li ewlehî û aştiya cîhanê û herêmê bike. Ji ber baskên wê yên terorîst li tevahî dewletên herêmê belav bûne û êdî herêmên dewleta Tirk dagir kirine; jîngeheke guncaw ji bo hembêzkirina terorîst, perwerdekirina wan e. Gelek belgeyên nîşaneya girêdana dewleta Tirk bi DAIŞ′ê re hene. Herî dawî jî îtîrafkirina plangerên girtîgeha Hesekê di 20.01.2022′yan de ya derxistina terorîstên DAIŞ′ê û zindîkirina wan e.
Em Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin û hêviya şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em van sûcên dewleta Tirk ên li hember herêm û gelê me şermezar dikin û dê têkoşîna xwe ya parastina destkeftiyên gelê xwe temam bikin.
Em bang li gelê xwe dikin; li dora rêveberî û hêza xwe bicivin û li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin."