Rêveberiya Xweser a Şengalê fermandar Zerdeşt Şengalî bi bîr anî

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermandar Şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî û got “Pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, avakirina Şengalek xweser û azad wê teqez pêk were.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermandar Şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Em derbasî 2. salvegera şehadeta pêşengê gelê xwe fermandar Zerdeşt Şengalî dibin. Fermandar Zerdeşt bi hêz, zanebûn û baweriya Êzidîyatiyê, ji bo rêxistinkirina civaka Êzîdî û ciwanên wê, ji destpêka Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve pêşengtî kir. Ji bo ku tola  keç û jinên Êzidî ku dîl ketibûna destê çeteyan de, li gelek qadan  têkoşîn kir, yek ji cihên ku bi berxwedaniya xwe mohra têkoşînê lêxist, paytexta DAIŞ’ê Reqa bû. Şehîd Zerdeşt zarokê fermanan, rêhevalê Dilşêr ,Egîd û Berxwedanan bû. Ne tenê di qada leşkerî de belkû di nava tevahiya civaka Êzidî  û pêkhateyên Şengalê de bê navber kar dida meşandin û bibû yek ji şopdarê Mam Zekî Şengalî. Bi hêz, îrade û cesareta xwe dijmin lerizandibû. Ji bo gelê wî êdî bibe xwedî îrade û karibe di her milî de xwe bi xwe bi rê ve bibe, kedeke mezin da. Ji bo Şengalek xweser û azad çi ji destên wî dihat dikir. Yek ji wan kesan bû ku di Şengalê de pêşengtî ji rêxistinbûna ciwana re dikir ku ciwanên Êzidî li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe zane bikin û di ber civaka xwede bibin xwedî berpirsiyartî.

Dijmin û hevkarên DAIŞ’ê Zerdeşt li hemberî pilanên xwe ên li ser Şengalê û Êzdiyan, xeter didîtin, lewma bûn hedef. Di 15’ê Çileya 2020’an de  Fermandarê Êzidxanê Zerdeşt Şengalî,  birayê wî Cîlo, Pîr Hemîd û Êzdîn bûn hedefa dewleta Tirk.

Cîlo bi ruhê ciwanên Êzidî di temenê xwe ê ciwantiyê de bi erk û berpirsiyartî reba. Îradeya ciwanên Êzidî û kîna wan a li himberî dijimin da nîşan da. Pîr Hemîd Pîrê Êzdiyan û Êzdîn Şengalî jî ji destpêka fermanê de li ku derê hatiba xwestin li wir bû. Ji bo gelê Êzidî pêşengên artêşeka mayînde bûn. Bi dawîhatina DAIŞ’ê re jî li herêmê her di nava kar û xebatên leşkerî de bûn û ji bo perwerdekirina ciwanên Êzidî bibûn xwedî ked.

Mixabin di bin serweriya Iraqê de ev zarokên Êzdiyan bûn hedef. Wek her carê  li himberî  vê êrîşê jî Iraq bêdeng ma. Tê zanîn ku Zerdeşt Şengalî yek ji fermandarên Heşda Şabî bû, tevî jî Iraq dijî êrişê bêdeng ma. Di virde hate xuyakirin ku ev êrîş ne bê agahiya Iraqê hatiye kirin. Ne tenê Iraq bê deng ma belku di roja meya îro de jî Iraq bi erka xwe ranebûye û bi nêzîkatiyên xwe hestên civaka me birîndar dike. Em  Rêveberiya Xweser a Şengalê ji gelê xwe û raya giştî re didin diyakirin ku me ji bo bîranîna heval Zerdeşt û  rê hevalên wî biryar dabû di vê rojê de li Navenda Şengalê, bi merasimekê şehîdên xwe bi bîr bînin û li Şengalê peykerê Şehîd Zerdeşt deyinin, lê ji roja destpêkê heya îro jî Iraqê dijbertiya xwe ya himberî danîna vî peykerî nîşan da. Heya hikumeta Kazimî nedihişt, ev peyker di Şengalê bê danîn. Em vê helwesta Iraqê bi tundî şermezar dikin û didin diyarkirin ku ev nêzîkatî nakeve xizmeta gelê me, vegera gel û avakirina Şengalê. Belku hikûmeta Kazimî bi van tevliheviyên li Şengalê derdixe wisa dike ku aramiya heyî ji holê rake. Me wek Rêveberiya Xweser hemberî van provakasyonên hikûmeta Kazimî hewil da rê li ber bûyerên mezin bigirin ji ber wê jî me hewl da em aramiya Şengalê biparêzin.

Di dawiyê de em  bang li hikûmeta Kazimî dikin ku bi van nêzîkatiyên xwe êdî hestê civakên li Şengalê birîndar neke û rêzê li şehîdên gelê me bigire. Em vê helwesta li himberî danîna peykerê Şehîd Zerdeşt wek bê rêzî  bi xwîna şehîdan dibînin û ev yek ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin. Carekî din em sersaxî ji tevahiya gelê xwe re dixwazin. Rast e Zerdeşt, Seîd,Merwan û bi dehan hevalên me canê xwe di rêya Tawîsî Melek dan û şehîd ketin, lê niha bi hezaran keç û xortên me li ser xeta wan têkoşîna wan dewam dikin. Pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, avakirina Şengalek xweser û azad wê teqez pêk were.”