Rêveberiya Xweser 24 jinên DAÎŞ'î û 68 zarok radestî Ozbekistanê kir
Piştî ku heyetek payebilind a Ozbekistanê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, 92 kes ku zarok û jin ên DAÎŞ'î bûn, radestî Ozbekistanê hatin kirin.
Piştî ku heyetek payebilind a Ozbekistanê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, 92 kes ku zarok û jin ên DAÎŞ'î bûn, radestî Ozbekistanê hatin kirin.
Şandeya Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê bi serokatiya balyozê wê yê li Kiwêtê Bahramjan Allaouf di 28`ê Nîsanê de gihaşt avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê.
Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên hevseroktiyê Fener Giêt û Ebîr Îliya û gerînendeya nivîsgeha hevserokatiyê Nafiye MIhemed ve hat pêşwazîkirin.
Îro hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û balyozê Komara Ozbekistanê yê li Kiwêtê Bahramjan Allaouf belgeya radestkirina 92 jin û zarokên DAIŞ`ê yên ozbek, îmze kir.
Omer di civîna çapemeniyê de ku li daîreyê hat lidarxistin, diyar kir ku wan 68 zarok ku di nav de 7 zarokên sêwî hene û 24 jinên ozbek radestî Ozbekistanê kirine. Omer wiha domand: “Di siyaseta me ya têkildarî doza radestkirina malbatên DAIŞ`ê de ji welatên wan re, em zarokên sêwî û zarokên ku pêwîstiya wan bi dermankirina li derve heye, piştî erêkirina dayikên wan, radest dikin.”
Omer da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser gelek caran banga darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî li ser axa herêmê kir.
Balyozê Ozbekistanê Bahramjan Allaouf jî got wan navên 180 kesên ozbek ku di kampan de ne, tomar kirine. Bahramjan Allaouf wiha domand: “Hikumeta Ozbekistanê bernameyên taybet amade kirine. Zarok dê di bin eleqedariya serokkomar de bin.”
Balyozê komara Ozbekistanê yê li Kiwêtê, ji ber ku xebatên veguhastina malbatên DAIŞ`î yên ozbek hêsan kiriye, spasiya Rêveberiya Xweser kir.