QSD'ê tol hilanî: 6 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku di operasyoneke tolhildanê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker operasyoneke tolhildanê pêk anîne.

Daxuyaniya QSD'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêmên me êrişên xwe dewam dikin. Hêzên me dan pey komên çete yên beşdarî êrişan bûne.

Di 7'ê Tebaxê de hêzên me operasyoneke li dijî nuqteyeke çeteyan li gundê Erîşa yê di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de pêk anî.

Di encama operasyonê de 6 çete hatin kuştin, şervanekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bû.

Ev operasyon ji bo tolhildana şehîdên di 3′yê Tebaxê de li Qamişloyê ji hêla balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbûn, pêk hat."