Şervanê kedê: Hogir Amed

Şehîd Hogir ku di têkoşîna gerîla de her wezîfe bi serketî bi cih anî, ji bo zarokên Kurdistanê azad bin, canê xwe feda kir.

HOGIR AMED

Kurdistan ku dergûşa mirovahiyê ye, îro di bin dagirkeriya zalim û nokeran de ye. Lê belê li hemberî zalim û hevkarên wan, gelek leheng hene ku xwedî li Kurdistanê derdikevin, ji bo wê têdikoşin û şer dikin. Ew leheng li çiyayên Kurdistanê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya welatê xwe têdikoşin.

Hogir Amed (Savaş Bîlgî) ku sala 1997'an li xaka pîroz a Kurdistanê ji dayik bû, yek ji wan lehengan bû. Hogir Amed li navenda welatparêziya Kurdistanê li Licê ji dayik bû, bi çîrokên herî dilşewat ê gelê Kurd mezin bû. Ji ber vê yekê her ku mezin bû rastiya gelê Kurd baş fêhm kir û hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêde bû. Wî jî li hemberî dijminê gelê Kurd û li hemberî dewleta Tirk a dagirker berê xwe da têkoşînê. Bi şehadeta her gerîlayekî re weke Hogir ciwanên Kurd hîn bêhtir bi hêrs bûn û ev rewş qebûl nekirin. Bêdengî ji bo wî weke mirinê bû; rastî xwe fedakirina li çiyayên Kurdistanê bû.

Hevalê Hogir sala 2013'an biryara xwe da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hogir êdî bû gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê. Xewn û xeyalên Hogir ê ciwan pêk hat. Çiya ji bo wî bû dergûşa azadiyê. Bi rûkeniya xwe, bi hêviyeke mezin û li çiyayên dijwar dest bi rêwîtiyeke zehmet û dirêj a li pey heqîqetê kir. Destpêkê li herêma Amedê wezîfe kir. Piştî demeke kurt derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Piştî ku derbasî Başûr bû, li qada Heftanînê beşdarî perwerdeya şervanan bû. Piştî ku perwerde qedand derbasî qadên pratîkê bû. Hevalê Hogir bi fedakariya di wezîfeyê de, bi dilgermiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di her kar û wezîfeyê de bi moralekî bilind pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

DILÊ WÎ HER TIM JI BO AZADIYÊ LÊ DIDA

Sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Rojava dest bi êrîşê kirin. Hevalê Hogir ev êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê qebûl nekir û demekê bi daxwaza xwe derbasî Rojava bû û beşdarî berxwedana dîrokî bû. Li hemberî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Li Rojava ji bo zarok karibin bi xeyalên azadiyê bijîn canê xwe feda kir. Ji ber ku Hogir zanîbû divê jiyaneke çawa ya zarokan hebe. Ew jî dema zarok bû, zilma ku bi serê zarokên Rojavayî dihat, ji ber dewleta Tirk a dagirker dîtibû. Piştî ku Rojava ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin Hogir careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya.

Hevalê Hogir ne xerîbê çiyê bû. Li her teht, daristanê kêliya ku bi hevrêyên xwe yên şehîd bûn derbas kiribû, dihat bîra wî. Hem kêfxweş dibû, hem jî xemgîn dibû. Sala 2021'ê artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonên dagirkeriyê kir. Hogir jî bi hevrêyên xwe re li hemberî artêşa Tirk a dagirker dest bi parastina xaka Kurdistanê kir. Di vî şerî de bi roleke girîng rabû û gelek şervan nas kir ku xwe ji bo welatê xwe feda kirin. Di her kêliyê de bîranînên bi hevrêyên xwe yên şehîd anî bîra xwe. Hogir zanîbû ku qîmeta ji şehîdan re tê dayin, qîmeta ji bo Rêber Apo ye. Hogir Amed her tim ji xwe re kir esas ku bi pîvanên Rêber Apo bimeşe. Jİ ber vê yekê jî her wezîfe bi serketî bi cih anî.

Herî dawî sala 2024'an li herêma Metînayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, hevalê Hogir bi berpirsyariya şoreşgerî berê xwe da Metînayê. Li hemberî dijmin bi dîsîplîna leşkerî tevlî her çalakiyê bû. 22'ê Tebaxê li gel hevrêyê xwe Ronî Ciwanro dema diçû wezîfeyê di êrîşa kemînê ya dijmin de şehîd bû. Hogir ji bo zarokên Kurdistanê canê xwe feda kir, zarokên Kurdistanê jî wê li ser şopa wî bimeşin û bi bîr bînin.