QSD’ê bîlançoya meha Tebaxê aşkere kir

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Tebaxê aşkera kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker herî kêm 180 caran bi topên giran, fuze û hewanan, 17 caran bi balafirên bêmirov ên biçek êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. 18 jê sivîl 39 kes şehîd bûne.“

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Tebaxê ya derbasbûyî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne aşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, di meha Tebaxê de êrîşên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandin, di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn, her wiha zirar gihaşt mal, navend û saziyên xizmetguzariyê ku di nav de aş, mizgeft, dêr û dibistan hene. Di heman demê de wesayîtên sivîl û cotkarên li zeviyên xwe dixebitîn dikirin armanc.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan bi kar anîn, ji her tiştî bêhtir jî wesayît û navendên sivîl bi balafirên bêmirov ‘drone‘ kirin armanc û hewil dan destwerdana herêmê bikin, lê hêzên me hewildanên wan têk birin.

Bîlançoya meha Tebaxê ya derbasbûyî ev e:

1-Başûrê Efrînê:

Bîlançoya êrîşên li ser gundên Bênê, Ibîn, Aqîbê, Çetal Ziyaret, Tinib, Meyase yên başûrê Efrînê wiha ye:

24 êrîşên bi topên giran, tank, fuze û hewanan

Hejmara topên hatin avêtin 766 topavêj, tank û hewan in.

Di encamê de zarokek koçber ê ji gundê Basilê yê navçeya Şêrawa, her wiha leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bûn û zirar gihaşt malên sivîlan.

2-Herêmên Şehbayê:

Di meha Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şehba û bi taybet Til Rifet û gundên wê bi dijwarî bombebaran kirin. Di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd bûn û zirar gihişt mal û milkên wan.

Bîlançoya êrîşan wiha ye:

46 êrîş pêk hatin; 3 caran bi balafirên bêmirov, yek li bazara navçeya Til Rifetê, yek jî li ser nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ku gelek ziyanên madî di encamê de çêbûn.

Hejmara topên li herêmê ketine 623 ye.

Di encama êrîşan de 6 kes şehîd bûn ku di nav de zarokek, jinek û 3 sivîlên din û leşkerek hebûn.

16 sivîl birîndar bûn di nav de 6 jin hebûn û zirareke mezin gihaşt mal û milkê sivîlan.

3-Bajarokê Eyn Îsa û gundên wê

Dewleta Tirk a dagirker, di meha Tebaxê de êrîşê bajarokê Eyn Îsa û gundên wê jî kir, her wiha rêya navneteweyî ya M4.

Bîlançoya van êrîşan jî ev e:

41 caran bi tank, fuze û topên giran, doçka û reşaşeyên giran êrîş pêk hatin.

2 caran bi balafirên bêmirov êrîş kir û zirar gihaşt mal û milkên sivîlan, stasyonên avê yên gundên Hîşe û Fatse û kehrebe li ser van her du gundan û gundên rojavayê Girê Spî qut bû.

2 caran bi balafirên bêmirov êrîş kir.

412 topên cuda li herêmê ketin.

4-Bajarê Til Temir û gundên wê:

Dewleta Tirk a dagirker, bi hemû cureyên çekan û balafirên bêmirov êrîşê Til Temir û gundewarên wê jî kir, di encamê de gelek sivîl û leşker şehîd bûn, her wiha zirarên madî gihaştin bircên telefonê û mal û milkên sivîlan.

Bîlançoya êrîşên li dijî Til Temir û gundên wê jî ev e:

25 caran êrîş kir û 3 caran bi balafirên bêmirov bû.

Di encamê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn.

Her wiha 6 sivîl şehîd bûn; di nav de 4 xwendekarên keç hebûn.

Ji ber êrîşan 5 sivîl birîndar bûn ji wan zarokek û 3 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê di nav de efserek hebû. Zirar gihaşt mal û milkê sivîlan û birca peywendiyan.

5-Qamişlo û gundên wê:

Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên bêmirov navenda bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn. Her wiha bi tankên giran gundên wê kirin armanc. Di heman demê de êrîşê herêmên Dirbêsiyê û Tirbespiyê jî kir.

Bîlançoya meha Tebaxê jî ev e:

24 caran êrîş kir, ji wan 8 caran êrîşê Dirbêsiyê kir û 4 caran êrîşê Tirbespiyê kir.

3 caran bi balafirên bêmirov êrîş kir; du erebeyên sivîl  kirin armanc; yek li taxa Wista ya Qamişloyê bû û ya din li gundê wê bû.

43 topên cur be cur avêtin.

5 sivîl şehîd bûn ji wan du zarok bûn.

9 şervan şehîd bûn; ji wan 4 endamên Erka Xweparastinê bûn ku parastina Nexweşxaneya ‘COVID-19‘a li Qamişloyê dikirin.

19 kes birîndar bûn; ji wan 3 leşker bûn û jinek li zeviyekê dixebitî, du jin û şivanek, her wiha 8 zarok birîndar bûn û leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê.

6-Bajarê Kobanê û gundên wê:

Dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran êrîşê bajarê Kobanê û gundên wê jî kir, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn. Her wiha bi balafirên şer jî nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundên Kobanê kir armanc, di encamê de leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya êrîşan di meha Tebaxê de li ser Kobanê û gundên wê jî wiha ye:

4 caran êrîş kir û êrîş carekê bi panzêr bû.

Carekê jî bi balafirên şer êrîş kir.

Du sivîl şehîd bûn; yek ji wan zarok e û 4 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

5 kes birîndar bûn; di nav de zarokek û 3 leşkerên hikumeta Şamê hene. Di heman demê de zirar gihaşt mal û milkê sivîlan.

7-Bajarokê Amûde û gundên wê:

Dewleta Tirk a dagirker, qada êrîşên xwe berfireh kir û bi balafirên bêmirov, tank û topan navçeya Amûdê û gundên wê jî kirin armanc, di encamê de gelek leşker şehîd bûn û rojnamevanên kanala Rojava TV jî kirin armanc.

Bîlançoya êrîşên li ser Amûdê û gundên wê jî ev e:

5 caran bi tankên giran êrîş kir. 3 caran jî bi balafirên bêmirov êrîş kir û nuqteyeke hêzên Erka Xweparastinê û hêzên hikumeta Şamê kir armanc.

5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn.

8-Rojavayê gundên Girê Spiyê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî kir. Bîlançoya meha Tebaxê jî ev e:

6 caran êrîş kir û 18 top li herêmê ketin.

9-Bajarê Minbicê û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawin û topên giran bajarê Minbic û gundên wê û gundên bakurê bajêr jî kirin armanc, di encamê de zirar gihaşt mal û milkê sivîlan.

Bîlançoya êrîşên li dijî Minbic û gundên wê jî ev e:

2 caran êrîş kir û 55 top li herêmê ketin.“