QSD: Divê gelê me nekeve xefika provokasyonan

QSD'ê ragihand ku hin kesên li Şedadê tevlî çalakiyên şermezarkirina sotemeniyê bûn bi çek bûn û bang li gel kir ku nekeve xefika provokasyonan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser çalakiyên şermezarkirina zêdebûna buhayê sotemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Me ew bûyer bi baldarî şopand. Divê bê zanîn ku ji guhertin û sererastkirina buhayê madeyên sotemeniyê sazî û dezgeyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser berpirsiyar in. Her wiha mûxatebê daxwaz û nerazîbûnên ku di xwepêşandanan de derketine jî, ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, lê saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê berpirsyar e û bi vê erka xwe her tim rabûye. Salên dirêj, şerekî giran li hemberî DAÎŞ'ê û rêxistinên din ên terorî da meşandin ku vê yekê hişt ku gelê me bibe xwedî jiyanek asayî û bi ewle li herêmên me. Divê çalakî û tevgerên girseyî yên bi vî rengî nebin sedem ku ev aramî têk biçe. Tevgerên tundbar xeteriyê diafirînin û ev yek sûdê li gelê me nake.

Tê dîtin ku di nav girseyên xwepêşandêran de hinek kesên bi rûpoş, rû veşartî û carinan jî hinek kesên çekdar ên ku xwe di nav gel de vedişêrin, êrîş dibin ser nuqte û çeperên hêzên ewlehiyê li herêma Şedadê. Divê gelê me hişyar be û bizanibe ku ev kirin provokasyon in. Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van hewldanan hişyar bin, bi lîstokên van kesan nexapin û ji derveyî çarçoveya yasayî ya parastina mafê xwe tevnegerin."