QSD: Di êrîşa hewayî ya li ser Amûdê de 4 şervan şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser gundê Xirbê Xwê ya Amûdê de 4 endamên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan, dike armanc ku aramiya heremê xirab bike. Ji ber vê yekê di her firsendê de êrîşê heremên me dike. Îro jî êrîşek din li dar xistin. Di seet 19:00'an de li hember gundê Xirbê Xwê yê girêdayî bajarokê Amûdê bi balafirên bêmirov êrîş pêk anî. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me yên girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn. Agahiyên berfireh dê piştre werin dayin.''