QSD: Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûc dike

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku bîlançoya 24 saetan a berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir û ragihand ku dagiker bi êrîşên li ser sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê dikin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Minbicê û berxwedanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên eşkereyî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane gundan, qadên niştecihan û binesaziya herêmê dike hedef û sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) ji saetên sibehê heya saetên nîvro bi obîsan êrişên li ser pêşiya gundê Xirbe Zemala yê gundewarê Bendava Tişrînê da destpêkirin. Piştre çeteyan êriş li ser gir dan destpêkirin. Şervanên me bersiva êrişan da; hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan.

Çeteyan li vê herêmê êrişî nuqteyeke din a şervanên me kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû man. Bi qasî hat tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Şer û pevçûn heya saetên destpêkê yên êvarî dewam kir.

Dema çeteyan hewl dan cenazeyê kuştiyên xwe rakin, Yekîneyên Şehîd Harûn li 3 kombûnên çeteyan û erebeyên wan ên veguhestina leşkeran û erebeyek din a Pic Up xistin. Li vir jî hin çete hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, lê hejmara zelal nehat bidestxistin.

Li derdora Girê Syriatel Yekîneyên Şehîd Harûn taneke û erebeyek doçka li ser a çeteyan derbe kirin. Şervanan 2 çete birîndar kirin.

Li eniya Dêr Hafirê jî, çeteyan bi guleyên hawnan li bendekê dan. Di encamê de sivîlek birîndar bûn. Şervanên me bersiva topbaran dan."