QSD: 87 çete û rêjeyek çek hatin desteserkirin

QSD’ê di çarçoveya tolhildana Endamên Meclîsa Til Şayîr Saîde Faysel El Hermas û Hindê Letîf El Xidar de li Dêra Zorê dest bi operasyoneke berfireh kirin. Di vê operasyonê de 87 çete û rêjeyek çek û cebilxaneya çeteyan hate deseserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê di encama operasyona tolhildana El Hermas û El Xidar de, li herêma Dêra Zorê di navbera 4-14’ê Sibatê de dest bi operasyoneke berfireh a li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ku li herêmê kiryarên terorî dike, kirin.

QSD’ê li ser mijarê ev agahî parve kirin:

“Di demên dawî de, xebat û rêxistinbûnên DAÎŞ’ê li herêma Dêra Zorê zêde bûye. DAÎŞ bi taybetî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li hember destkeftiyên gelê herêmê hêz digire û hewl dide ku xwe komî serhev bike. Ji ber vê yekê di demên dawî de bi taybetî li herêma Siwar, li giştî herêma Dêra Zorê de, gelek çalakiyên terorê hem li hember gel, hem jî li hember endamên Rêveberiya Xweser lidarxistin. Yek ji wan xebatan jî, qetlkirina du jinên şoreşger, endamên Meclîsa Til Şayir a girêdayî Dişîşa, Seida Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar  bû. Ji bo tolhildana her du jinên şoreşger û pêşî li rêxistinbûn û xurtbûna DAÎŞ’ê were girtin, li roja 4’ê Sibatê bi tevlîbûna hezên QSD, YPG, YPJ û Ewlekariya Hundirîn, li herêma Dêra Zorê operasyonek berfireh hatibû destpêkirin. Ev operasyon li roja 14’ê Sibatê biencam bû.  

Di operasyonê de , ser bi dehan nûqteyên DAÎŞ’ê hate girtin û kujerên her du jinên şoreşger,   Ebrahîm Abd El Razzaq Hitler jî di nav de bi giştî 87 kes hatin girtin, miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Her wiha li herêma Dişîşa, tunelek aîdê DAÎŞê hat dîtin.

Bîlançoya operasyonê wiha ye;

87 çete hatin girtin

15 çekên AK-47

8 damançe

4 çekên sekvanî

5 tifingên nêçîrê

1 çeka Sinopal

2 bombe û 2 mayin hatin desteserkirin.

Bi vê operasyonê ve derbeyek giran li hewldanên DAÎŞ’ê ya xwe komkirinê hat xistin û operasyon bi awayek serkeftî hat meşandin. Di vê serkeftinê de berpirsiyar nêzikbûn û destek dayina gelê Dêra Zorê jî cihek girîng digire. Pêwîste ev nêzikatî bi awayek xurtir berdewam bike. Operasyonên me li hember DAÎŞ’ê wê berdewam bikin.”