Qeyûm bi derfetên şaredariyê 70 hezar alîgirên xwe gerand

Di demekê de ku gelên Tirkiye û Kurdistanê li hemberî pirsgirêkên aboriyê li ber xwe didin, li Wanê şaredariya qeyûm tenê di 9 mehên sala 2023'an de 70 hezar kesên AKP û MHP'yî bir ger û geştê.

Qeyûmên hikumeta AKP-MHP'ê li bajarên Kurdan bi derfetên şaredariyên ku desteser kirine, hewl didin bi kêrî AKP û MHP'iyan bên. Kiryarên ku tenê di 9 mehên destpêkê yên salê de li Wanê hatin kirin nîşaneya şênber a vê yekê ne.

Herî dawî Serokatiya Daîreya Karên Nivîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin roja Şemiyê nêzî 50 kes bir Sêrtê ji bo ger û geştê. 50 kesên tevlî ger û geştê bûn ji budçeya şaredariyê xwarin. Ji bo 50 jin ên AKP'yî yên çûn ger û geştê ji şaredariyê mesrefa wan a bicihbûn û xwarinê hate dayin.

Baskê Jinan ên Wanê yên AKP û MHP'ê jî vê hefteyê çûn Derya Reş ji bo ger û geştê. Ev tûr jî wê ji budçeya şaredariyê bê dayin. Rêxistinên Bajarê Wanê yên AKP û MHP'ê dixwazin bi rêya van ger û geştan beriya hilbijartinên xwecihî moralê bidin xebatkarên xwe.

Tenê sala 2023'an 70 hezar kes di bin navê ger û geştê de bir bajarên cuda. Maliyeta her otobusekê ya ji bo çûn û hatinê nêzî 250 hezar TL bû. Belgeyên vê rewşê jî beriya çend rojan bi qemyonan hatin birin û îmhakirin.