Qerebax bi temamî tê valakirin

Li Qerebaxê, hejmara mirovên ku ji ber teqîna li depoya sotemeniyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 170 kesî. Hejmara mirovên ji herêmê koç kirine jî 85 hezar kes derbas kir.

Li Qerebaxê ku bi deh hezaran kes bi fikara paqijiya etnîkî koçî Ermenistanê dikin, bîlançoya teqîna li depoya sotemeniyê giran bû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Qerebaxê heta niha 170 kes ji ber teqînê mirine. Wezaretê ragihand ku cenaze şandine Tipa Edlî.

HEJMARA MIROVÊN KOÇ KIRINE 85 HEZAR KES DERBAS KIRIYE

Piştî êrîşa dagirkeriyê ya Azerbaycanê ku 20'ê Îlonê destpê kir, koça girseyî ya ji Qerebaxê ber bi Ermenistanê ve dewam dike. Ji Qerebaxê ku nifûsa xwe 120 hezar kes e heta niha zêdeyî 85 hezar kesî koçî Ermenistanê kirine.

Hikumeta Azerî û Rûsya îdîa dikin ku 'ti sedem tune ye ji bo Ermen koç bikin'.

Lê belê piştî ku Azeriyan dest danîn ser desthilatdariyê, şêniyên Qerebaxê ji bo paşeroja xwe ketin nava fikaran. Erîvan jî Bakuyê bi paqijiya etnîkî sûcdar dike. Di dîmenan de yên li ser medya dîjîtal têne weşandin tê dîtin ku leşkerên Azerî talanê dikin.

PAŞÎNYAN: LI HERÊMÊ WÊ ERMEN NEMÎNIN

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan êvara Pêncşemê daxuyanî da û got, "Koça Ermenan a ji Qerebaxê dewam dike." Paşînyan diyar kir ku di nava çend rojan de wê li herêmê êdî Ermen nemînin.

KOMARA QEREBAXÊ HEBÛNA XWE BETAL KIR

Komara Qerebaxê jî ku bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, 28'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşa dawî ya dagirkeriyê ya Azebaycanê ji 1'ê Çileya 2024'an û pê ve hebûna xwe û hemû saziyên xwe betal dike.

Qerebax a ku piraniya şêniyên wê Ermen in di sala 1921'ê de ji aliyê desthilatdariya Sowyetan ve bi ser Azerbaycanê ve hatibû kirin.

Ji ber vê yekê jî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê ku du komarên berê yên Sowyetê ne 2 caran şer qewimî. Di şerê destpêkê de ku ji sala 1988'an heta 1994'an dewam kir 30 hezar kesî, di şerê duyemîn ê payîza 2020'î de 6 hezar û 500 kes miribûn.

Êrîşa dawî ya dagirkeriyê jî 20'ê Îlonê ji nişka ve destpê kir. Piştî 24 saetan Qerebaxê dest ji çekan berda û qebûl kir ku ji bo entegrasyona bi Azerbaycanê re danûstandinan bike.