PYD: Îradeya me ji balafirên dewleta Tirk xurttir e

PYD êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir kû îradeya gel ji balafirên dewleta Tirk bi hêztir e.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da çapemaniyê. Daxuyanî li Qamişlo cihê buyerê Alaye hat xwendin.

Gel, endamên PYD û sazî tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi belafirên xwe yên bê mirov êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi taybet binesaziyên herêmê hedef digire.

Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe digihînin hemû herêmên navneteweyî ku rastiya vê dewletê nas bikin.

Dîsa jî em dibêjin ku bi netewên xwe yên cuda em ê xwedî li axa xwe derkevin û bila Dewleta Tirk a dagirker bizane ku îradeya me ji balafirên wî bi hêztir e.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.