Peyama YPJ'ê ya 8'ê Adarê: Soza me ya herî mezin rizgarkirina bajarên dagirkirî ye

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 8'ê Adarê li herêma Firatê merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de soza rizgarkirina bajarên dagirkirî hate dayin.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 8'ê Adarê didomin. Li herêma Firatê, şervanên YPJ'ê bi meşeke gigrseyî ber bi qada pîrozbahiyê ve çûn û dest bi şahiya 8'ê Adarê kirin.

Piştî meşa şervanan merasîmeke leşkerî pêk hat. Di merasîmê de ji Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrîk axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê.

Sozdar Dêrik got, "8'ê Adarê ji bo me jinan rojeke pîroz e. Di serî de em vê rojê li mîmarê azadiyê Rêber APO pîroz dikin. Rêber APO, me aniye vê rojê, bi taybet jî di nava jinên Kurd de îrade û rêxistinbûn afirand. Ev yek jî li tevahiya jinên cîhanê belav kir. Ji bo wê em bi minetdariyeke mezin, ji Rêber APO re silav û rêzên xwe dişînin. Her wiha tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên jin ên ku ji bo tekoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine, bi bîr tînên û wek YPJ bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Her wiha tevahî jinên cihanê yên ku li hemberî zordarî, pergala desthilatdar û zilmkar li ber xwe didin, wan silav dikin û heta dawiyê em ê şopdarên xeta azadiyê bin."

Her wiha Fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik gîringiya şahiya 8' ê Adarê bi bîr xist û wiha berdevam kir: "8'ê Adarê roja sembola têkoşîna jinan e, lê em wek hêz vê têkoşînê tenê rojekê de sînordar nahêlin, pêwîste hemû roj bibin rojên têkoşînê. Ev roj bi ked, xwêdan û xwîna jinan hatiye qezenç kirin, ji ber wê jî em vê rojê bi pîrozbahiyên mezin pêşwazî dikin. Pîrozbahî di nava civakan de li ser kedê têne avakirin û weke cejn têne pîrozkirin. Em pir baş dizanin ku jin bi hezaran sal in ewqas ked didin, xwîn dirijînin, têne qetilkirin, şewitandin, daliqandin û her wiha cur be cur êşkencê re rû bi rû dimînin. Ev roja pîroz jî li hember van kiryaran weke bersivekê ye. Her wiha em 8'ê Adarê weke cejnekê dibînin. Ji ber ku di hundirê vê rojê de tevahî jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dixin bi yek hestê, bi yek aqlê, bi yek dengê bang dikin û ji bo azadiyê fikrandina xwe tînên ser ziman, ji ber wê jî, ji bo weke me cejnekê ye. Ji ber ku em dizanin gelek jin bêdeng, stûxwar û bê ziman bûn lê di roja me ye îro de li hemberî pergala desthilatdar xwediyê fikir, mafê axaftinê ye û bi dilekî wêrek şer dike. Têkoşîn ne tenê bi çek tê kirin, têkoşîn bi meş, mîtîng û civînan gelek cihan tê kirin. Ji ber wê ew roj ji bo me ceng e."

Fermandara YPJ Sozdar Dêrik di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikarin bibêjin ku ji bo wan jî ew roj roja cengê ye û heta dawiyê li hember zordariyê têbikoşin. Sozdar Dêrik got, "Ji bo wê jî em dikarin soz bidin ku heta jinekê li cihanê de bindest be, em ê ji bo wan jinan têbikoşin. Heta jinekê bê rêxistin be em ê ked bidin û wana birêxistin bikin. Em dikarin soz bidin ji tevahiya dayikan re ku em ê li hêviya wan xwedî derbikevin. Em soz didin tevahî jinên têkoşer yên li çiya, deştan, bajaran em ê li pey şopa wan bin û ti carî  dest ji vê têkoşînê bernedin. Li ser vê bingehê soza me ya herî mezin jî rizgarkirina bajarên me yên ku hatiye dagirkirin e. Ew jî armanca me ya herî mezine û li ser wan bingehan em ê heta dawî têbikoşin. Ji ber wê ji bi rihê jinan, bi rengê jinan, bi dilê jinan, bi aqlê jinan em dibêjin, Jin Jiyan Azadî."

Merasîma leşkerî bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî, Bijî Serok APO, Bi Can Bi Xwîn Em Te re ne Ey Serok, Bê Serok Jiyan Nabe" hate bidawî kirin. 

Heman demê de ji aliye Fermandariya YPJ’ê ve hemû şervanên ku beşdarî merasîma leşkerî bibûn re diyarî hate dayîn. Şervanan şahiya xwe bi coş û moraleke mezin, bi gerandina dîlana azadiyê bi dawî kirin.