‘Perwerde cihê fikirên Rêber Apo ye’

Li Şehbayê bi beşdarbûna 14 kesan çaremîn dewreya perwerdeyê ya Şehîd Têkoşer Efrîn a ji bo mêran, li Akademiya Şehîd Karker hat vekirin.

Akademiya Şehîd Karker yek ji wan akademiyan e ku li Şehbayê ji aliyê Kongra Starê ve ji bo mêran hatiye vekirin. Gelek dewre tê de hatin vekirin û derçûn. Dewreya Şehîd Têkoşer Efrîn jî ji aliyê Kongra Starê ve bi beşdarbûna 14 mêran hat vekirin. Endamên sazî û meclîsên li Şehbayê tev li dewreyê bûn.

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Efrîn Şehbayê Newroz Haşim têkîldarî dewreya Şehîd Têkoşer Efrîn axivî û wiha got: “Çaremîn dewreya Şehîd Têkoşer Efrîn li Akademiya Şehîd Karker hat destpêkirin. Ev dewre li ser esasê guhartin, veguhertin û xwe naskirinê hat vekirin. Ji ber ku pêwîste mêr her du zayendan jî nas bike. Semînerên ku tên dayîn jî têkîldarê van mijaran e. Her wiha pirtûka “Çawa Bijîn” a yekemîn û duyemîn hate xwendin û li ser pirtûkê nîqaş hatin kirin. Kesên ku beşdarî perwerdeyê bûne bi xwe jî anîn ziman ku perwerde bandor li wan kiriye û heta asteke zanebûnek çêbûye.”

‘PERWERDE CIHÊ FIKIRÊN RÊBER APO YE’

Hevserokê Kampa Efrînê Mesûd Xîlo ku beşdarî dewreya Şehîd Têkoşer Efrîn bûye nêrînên xwe yên der barê perwerdê de wiha anî ziman: “Ev akademî cihê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber vê pêwîste her kesek perwerdeyê bibîne. Ev 15 roj in em derbasî akademiyê bûne û semînerên ku tên dayîn bandoreke mezin di kesayeta me de çêkirin. Bi vê perwerdeyê me zêdetir xwe naskir. Her wisa divê em encamên perwerdeyê karibin di jiyana xwe de jî nîşan bidin.”

‘EM BI RÊYA VÊ PERWERDEYÊ RASTIYA XWE NAS DIKIN’

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiiya Demokratîk (PYD) a Şêrewayê Hesen Silêman jî der barê bandorên perwerdeyê axivî û got: “Ji destpêka dewreya Şehîd Têkoşer Efrîn ve me semînerên der barê girîngiya perwerdê û têkîldarî gelek mijarên weke dîroka jinê, çawa bijîn û civaka xwezayî dîtin. Di dema perwerdeyê de me kêmasiyên xwe dîtin. Lê îro bi rêya vê perwerdeyê em xwe nasdikin.”