Pêngava Mirovî û Ewlehiyê’ ya li Holê didome: 15 gumanbar hatin destgîrkirin

Di roja 6’an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê 15 kesên gumanbar hatin destgîrkirin, 3 tunel hatin dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 6’an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya roja 6’an a pêngavê wisa ye:

"Hêzên me di roja 6’an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di qonaxa duyemîn de, 15 kesên bi guman ên girêdayî DAIŞ’ê destgîr kir, 3 kon hatin rakirin.

Her wiha 3 tunelên ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, pakêteke cebilxaneya çekên M-16, 2 çenteyên leşkerî û gelek alavên kuştin û êşkencekirinê hatin dîtin.

Hêzên me gelek telefonên destan û tabletên ku bi rêbazên cuda di bin erdê de hatibûn veşartin jî desteser kirin."