Nexweşxaneya Avrînê hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji roja destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê de, 76 birîndar û 47 şehîd gihîştine nexweşxaneyê.
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji roja destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê de, 76 birîndar û 47 şehîd gihîştine nexweşxaneyê.
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed di civîneke çapemeniyê de encama hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ku ev 12 roj in bê navber êrîşî welatiyên herêma Efrînê dikin eşkere kir.
Dr. Ciwan Mihemed di destpêka axaftina xwe de got ku birîndarên tên nexweşxaneyê rojane zêde dibin û wiha got: “Em bi hemû hêz û derfeta xwe hewl didin hemû birîndaran derman bikin û birîndarên ku birînên wan sivik in ew ji nexweşxaneyê derdixînin. Niha di nexweşxaneyê de 76 birîndarên rewşa wan awarte ne hene û di nava wan de 17 zaork, 14 jin û 45 mêr in.”
Dr. Ciwan di berdewama axaftina xwe de got ku ji destpêka êrîşa artêşa dagirker li dijî Efrînê 47 welatiyên sivîl ku di encama êrîşên balefir û tankan de şehîd bibûn ji nexweşxaneyê re hatine û di nava wan de 16 zarok, 11 jin û 20 mêr hebûn.”
Dr. Ciwan Mihemed destnîşan kir ku rewşa gelek birîndaran giran e û wiha domand: “Rojane gelek birîndarên giran ji me re tên û gelek ji wan di encama êrîşên balefiran de parçeyên laşê xwe winda kifrine.”
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku piraniya birîndarên hatine nexweşxaneyê zarok, jin û temen mezin in.