Newroza li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Emê li dijî zalim berxwedanê bilind bikin-HAT NÛKIRIN

Di pîrozbahiyên li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de peyamên, “Emê bi berxwedaniya xwe azadiya Rêber Apo û gelên Rojhilata Navîn pêk bînin.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kantona Şehba û Helebê şahiyên girseyî li dar ketin. Bi navên gelek sazî û desteyan axaftin hatin kirin.

REQA

Komîteya amadekar a Cejna Newrozê ya Reqayê, şahiyek li qada Fakulteya Çandiniyê li rex çerxerêya Frosiye şahiyek li dar xist.

        

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El-Zîb axivî û Newroz li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

El-Zîb destnîşan kir ku ruxmî êriş û planên li dijî herêmê, lê gelê herêmê bi şoreşa xwe ve girêdayî ye û banga çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara NY`yê 2254 kir.

Bi navê Partiya Sûriya Pêşrojê alîkarê serokê partiyê Leyla Qehreman axivî û Newroz li saziyên leşkerî, sivîl û jinan û tevgera ciwanan, şaneyên ji Tebqa, Dêrazor, Minbic û şêniyên Efrînê pîroz kir.

Leyla Qehreman got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Fedakariyên ku em heta îro didin, misogeriya serkeftina projeya me ye. Ev serkeftin wê bi pêşengiya jinan û ciwanan bi ser keve. Bi saya xwîna şehîdan em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandarê Feysal El-Salim axivî û cejna Newrozê li cîhanê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, birîndaran û şêniyên li herêmên dagirkirî pîroz kir.

Feysal El-Salim got: “Berxwedana me wê li ser fikrê neteweya demokratîk berdewam bike. Em ê vî fikrî derbasî nifşên din bikin.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hevseroka meclisê Şemis El-Hisên axivî û got: “Newroz wê bibîne cejna bihar, kêfxweşî, têkoşîn, hevgirtin, biratî û aştiyê. wê cejna hevgirtina hemû kêmnetweyan û slogan li dijî zulmê û çewisandinê ye.”

KOBANÊ

Bi hezaran şênî tev li pîrozbahiya Newrozê li Girê Miştenûrî yê Kobanê bûn ku bi dirûşma “Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya Serok Apo” li dar ket.

Piştî ku malbatên şehîdan agirê Newrozê dada, qeyda dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a girêdayî girîngiya Newrozê ji bo gelê kurd û pêwîstiya berxwedanê, hat guhdarkirin.

Piştre hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên di girtîgehan de û hemû şêniyên herêmê pîroz kir.

Ferhan Kobanê diyar kir ku Newroz wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku azadiya wî, azadiya gelê kurd e. Her wiha Newroz wê bibe newroza rizgarkirina herêmên dagirkirî û gelên Rojhilata Navîn.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û Newroz li beşdaran, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayan pîroz kir û destnîşan kir ku berxwedana li hember dagirker û zaliman berdewam e.

Di pîrozbahiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir.

El-Ebid got: “Em aştîxwaz in û ne şerxwaz in. Lê berxwedan ji mafê me ye.”

HESEKÊ

Li Newroza Hesekê hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah axivî û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Kurd û hêzên leşkerî yên ku hermê diparêzin pîroz kir û got: "Gelê Hesekê li dijî hovantirîn rêxistinên terorîst, berdêlên giran dan û îro bi saya wan em li Hesekê cejna Newrozê pîroz dikin."

Semer El-Ebdullah ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi saya gelê me yê berxwedêr, xwedîderketina li hêzên leşkerî me hemû komployên li dijî herêmê têk birin. Em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û destkeftiyên şoreşê bin.”

Bi navê Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) Fethullah Hiso axivî û Newroz li gelê Sûriyê pîroz kir. Hiso got: "Newroz roja yekemîn a salnameya kurdî ye, ji bo kurdan rojeke neteweyî ye."

Hiso diyar kir ku serkeftina kurdan, xilaskirina gelên herêmê û cîhanê ji DAIŞ`ê ji Musilê heta Reqayê berdewama têkoşîna Kawa Hesînkar a beriya 2 hezar û 634 sal e.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên axivî û got: "Newroz sembola azadiyê û nûkirina jiyanê ye."

Fatme Hisên anî ziman ku serkeftina QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a 26`ê Çileya 2022`yan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê, berdewama serkeftina Kawayê Hesinkar û berxwedana Mezlûm Dogan e.

Fatme Hisên bang li gelên herêmê kir ku aştiya navxweyî biparêzin, nirxên jiyana hevbeş bidin rûniştandin, li hember nakokiyên li dijî urf û adetên herêmê bisekinin û hêviyên xwe di pergaleke azad û demokratîk de pêk bînin.

TIL TEMIR

Di pîrozbahiya cejna Newrozê ya Til Temir de, endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Omer axivî û got: "Em cejna Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahiya gelê herêmê, cîhanê û li şervanan pîroz dikin."

Şîlan Omer ev li axaftina xwe zêde kir: "Her kes dizane Newroz cejna azadiyê ye, ji serkeftina Kawayê Hesinkar a li dijî zilmê dest pê kir, em jî vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Şîlan Omer salvegera 50`î ya Partiya Karkerê Kurdistanê "PKK" pîroz kir û got: "PKK`ê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ji 50 salî ve li ser bingeha fikr û felsefeya rêbertî û ji bo azadiya gelê Kurd berdêlên mezin dide û ew ê heta mîsogeriya azadiyê dewam bike."

Şîlan Omer di dawiyê de anî ziman ku gelê Kurd dev ji nirx û pîroziyên xwe bernadin, her wiha li her derê şahiyên pîrozbahiyê li dar dixin, ji lewma wê tu kes nikaribe berxwedan û vîna vî gelî têk bibe.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir Ebdulxenî Şêxmûs axivî û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer tev li şahiya Newrozê ya li gundê Helîq ê navçeya Girkê Legê bûn.

Piştî ku beşdaran agirê Newrozê dada, koma Serhildan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Paşê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî û cejna Newrozê li gelên azadîxwaz pîroz kir û got: “Newroza îsal Newroza serkeftin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Destpêkê agirê Newrozê hate dadan, piştre Koma Serhildan çend stran gotin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Rûken Ehmed axivî û cejn li tevahiya gelê azadîxwaz pîroz kir. Rûken Ehmed hêvî kir ku Newroza îsal Newroza serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Her wiha Rûken Ehmed got: “Gelê herêmê bi rêya şoreşê wê xiyanetê têk bibe û wê bi ser keve. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, gelê Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê divê em têkoşînê mezin bikin da ku rêberê xwe azad bikin.”

Dûre Koma Hêvî şanoyek bi navê "Agir û zulim" û koma Şehbayê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, şêx êla El-Zubeyd Raxib El-Faris axivî û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Raxib da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya projeya neteweya demokratîk şoreşeke civakî li ser bingeha azadî, edaleta û wekheviyê li dar xist û li Rojava pêk hat û bi ser ket.

Her wiha di şahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Îhsan Şiblî axivî û got: “Em berxwedana serok Apo silav dikin. Em ê serok rizgar bikin û em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin heta ku armancên wan pêk bînin.”

Komên Alniya, şehîd Serhed, Serhildan, Ereb Muzîk û Govend Ereb berhemên xwe pêşkêş kirin.

HELEB

Di şahiya Newroza Helebê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û Newroz li gelê kurd, şervanên YPJ û YPG`ê pîroz kir û got: “Bi saya berxwedana şervanan û gelê kurd, Newroz bûye mîras. Di vê rojê de vîna gelan li hember gelên hegemonîk bi ser ket.”

Xerîb Hiso di dawiyê de got: “Berxwedana me bi Kawayê hesînkar û Mezlûm Doxan dest pê kir û em ê rêya wan berdewam bikin heta ku armanca wan pêk tînin.”

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso, endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê şêx Elî Hesen, Kongra Star Fatme Koşan di şahiyê de axivîn.

Axêveran destnîşan kir ku bi dadana agirê Newrozê peyamekê didin dagirker û zorderan ku gelên herêmê û doza wan wê bi ser keve.

Her wiha hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û gotin bi têkoşîna jinan wê serkeftinê û jiyaneke azad û rûmet ava bikin.

DÊRIK

Di pîrozbahiya li bendava Borzê yê Dêrikê de, endama Koordînasyona Kongra Stra Asya Ebdullah axivî, banga yekitiyê li partiyên kurdî, lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî û parastina destekftiyên şehîdan kir.

Asya Ebdullah di kesayeta şehîd Mezlûm Dogan (Kawayê hemdem) de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Bi Îrade û hêza gelê Kurdistanê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ala serkeftinê bi destê dayikan hilda, heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî wê meşaleya Newrozê veketî bimîne."

Asya Ebullah da zanîn ku hêzên dagirker  bi rêya ajnîdeyên xwe hewl didin destekftiyên gelên herêmê têk bibin û bang li hêzên ku bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî herêmê dikin kir ku li hesabên xwe vegerin, dev ji xizmeta siyasetên dijberî doza kurdî berdin.

Asya Abdullah, di dawiya axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku bi rihê Newrozê têkoşîna li hemberî planên dijberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin.

AMÛDÊ

Di pîrozbahiya li navçeya Amûdê de ku li gundê Çaxir Bazar hate lidarxistin, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî û got: "Ez şehîdên Newrozê bi bîr tînim. Newroza îsal diruşmeya azadiya rêber Abdullah esas girtiye. Ji ber ku rêbertî beriya 50 salan ji bo avakirina gelekî azad bi agirê Newrozê ku li Enqere li vêxistibû dest bi têkoşînê kir. Rêbertî li cîhanê û li hemû gelan bandor kir, bi vê bandoriyê em meşaleya Newrozê li Amûdê pêdixin."

Hesen Koçer anî ziman ku îradeya gelan naşkê û Newroz îsal Newroza azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Koçer bal kişand ser siyasetên PDK'ê û got: "PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk di vê buharê de amadekariyên êrişan li dijî tevgera azadiyê dike. Banga me li hevkariya dewleta Tirk a dagirker herkîna xwîna kurdan neke, ji ber ku dîrok wê lanetê lê bike."

Koçer da zanin ku gelê Kurd di du şerên cîhanê de ne rêxistinkirî bû û got: "Niha hêzên me yên leşkerî hene, divê em xwe ji bo serkeftinê amade bikin."

Hesen Koçer got: "Newroza 2022'an sembola azadî û girêdana bi xeta Rêber Ocalan e ku hebûn û azadiya me diparêze. Ji ber vê yekê girîng e ku em bêjin bê serok jiyan nabe."

Piştî axaftina Hesen Koçer, dayika şehîd Zana, Ezîza Çûlî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Îro malbatên şehîdan agirê ku Kawayê Hesnikar di Newrozê de pêxistibû, dadidan."