Newroz li Stockholm û Hoorê hate pîrozkirin

Newroz li bajarê Stockholm û bajarokê Hoorê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê ku 17'ê Adarê li bajarê Gavleyê destpê kir, di 18'ê Adarê de li paytext Stockholm û bajarokê Hoorê dewam kirin.

Newroza îsal  bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê birînên erdhejê derman bikin" hate pîrozkirin. 

Newroza li paytext Stockholmê li salona Solnahallenê pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn.

Ahenga ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, bi peyamên nûnerên saziyan dewam kir.

Di peyaman de işaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hate kirin û bang li gel hate kirin ku ji bo bidawîkirina rejîma faşîst a AKP-MHP dengê xwe bidin.

Ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re jî bang hate kirin ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

Di çalakiyê de gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha komên Şano û Govendê jî hunera xwe nîşan dan.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Newroza Kawayê Hemdem", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Li Swêdê Newroz wê 19'ê Adarê (îro) li bajarên Goteborg û Orebro bê pîrozkirin. 20'ê Adarê jî wê li navenda bajarê Goteborgê bi beşdariya gelek hunermendan agirê Newrozê bê dadan.