Neviyên Osmanî li Efrînê Êzidî-Kurdan qir dikin
Di nava 3.5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk li Efrînê polîtîkaya xwe ya qirkirina etnîkî li dijî Kurdan dimeşîne. Li gel vê yekê, bi zext û zordariyê hewl dide Kurdên Êzidî bike Misilman.
Di nava 3.5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk li Efrînê polîtîkaya xwe ya qirkirina etnîkî li dijî Kurdan dimeşîne. Li gel vê yekê, bi zext û zordariyê hewl dide Kurdên Êzidî bike Misilman.
19'ê Tîrmeha 2019'an bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yekser êriş bir ser gundê Kastel Cindo yê Efrînê ku gundekî Êzidiyan e. 20'ê Çileya 2018'an jî êrişa ji bo dagirkirina Efrînê ji heman gundî dest pê kir.
Heta sala 2011'an nifûsa Êzidiyan a li Efrînê 35 hezar kes bû, lê ji sala 2012'an dema destpêkirina êrişa çeteyên dewleta Tirk a li ser gundên Êzidiyan û pê ve daket 25 hezar kesî. li gel êrişan hemûyan jî Êzidiyan ji bo mafên xwe yên bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatin misogerkirin, xwe bi rêxistin kirin û ev yek dewam kirin.
Lê belê dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re êriş bir ser qadên jiyana demokratîk, cihên olî yên Êzidiyan û êrişî mirovên Êzidî kir. Malbatên çeteyên ji Sûriye û derveyî Sûriyeyê li gundên Êzidiyan hatin bicihkirin û mizgeft li van gundan hatin çêkirin.
Di sala 2018'an de nifûsa Êzidiyan a li Efrînê 25 hezar kes bû, lê niha daketiye 2 hezar kesî. Êzidî hem ji aliyê etnîkî hem jî ji aliyê olî ve di nava zexteke giran de ne.
20'ê Çileya 2018'an dema ku dewleta Tirk dest bi êrişa dagirkirina Efrînê kir, li 20 gundên Efrînê, li navenda bajêr û navenda navçeya Cindirêsê 25 hezar Kurdên Êzidî diman.
Gundên Efrînê yên ku Êzidî lê bûn; li navçeya Şêrawayê gundên Îska, Şadêra, Xezewiyê, Birc Abdullah, Eyn Dara, Tirindê, Qibar, Kîmar, Basûfan, Beyiye;
Li navçeya Şerayê gundên Qitme, Sînka, Baflûnê, Qastel Cindo;
Li navçeya Cindirêsê jî gundên Faqîra, Qijûma, Qîla, Askê Rojhilat, Ceqala, Kefer Zîte.
Ji ber êrişa dagirkeriyê û dagirkirina herêmê, piraniya Êzidiyan ji neçarî koçî navenda bajêr kirin. Yên li nava bajêr man jî piranî ji ber komkujî, destavêtin, fîdye û polîtîkayên Misilmankirinê neçar man koç bikin. Yekîtiya Êzidiyên Efrînê ku niha karê xwe li Şehbayê dewam dike, ragihand ku hejmara Êzidiyên niha li Efrînê mane derdora 2 hezar kesî ye.
'GOTIN KU WÊ MÎNA ŞENGALÊ BIKIN Û BI VÎ RENGÎ ÊRIŞ KIRIN'
Êzidiyên li gundên Şera û Şêrawayê diyar kirin ku demeke kurt beriya destpêkirina êrişa dagirkeriyê, çeteyên 'Artêşa Azad' (SMO) a ser bi dewleta Tirk ve dengê xwe ji wan re şandin û bi gotina, "Tişta ku me li Şengalê kir em ê li Efrînê jî bikin" gef xwarin.
Serokê berê yê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Suleyman Cafer di vê mijarê de qala bûyereke trajîk kir: "Hefteyek an jî 4 roj beriya êrişa dagirkeriyê bû. Em li navenda yekîtiyê bûn. Komek ji jin hate gel me. Gotin, 'Jehr bi me re heye. Eger DAÎŞ bikeve nava Efrînê em ê xwe bikujin. Em ê nehêlin ku tişta li Şengalê bi serê jinan ve hat li vir bi serê me ve bê'.
Cudahî di navbera Tirkiyeyê-çeteyên wê û DAÎŞ'ê de tune bû. Ji xwe di nava vê hêza çete de gelek DAÎŞ'î hebûn. Fermandarên wan hemû DAÎŞ'î bûn. Çawa ku DAÎŞ'ê êrişî Şengalê dikir digotin 'kafir in' û êriş dikirin, bi heman rengî li Efrînê bi gotina 'Em ê kafiran tune bikin' dest bi êrişê kirin."
CIHÊN PÎROZ ÊN ÊZIDIYAN TUNE DIKIN, QEREQOL Û KÛRSA QURANÊ AVA DIKIN
Dewleta Tirk di dema operasyona dagirkeriyê de û piştî wê, êrişî cihên pîroz ên Êzidiyan jî kir. 26'ê Çileya 2018'an balafirên şer ên Tirk perestgeha Eyn Dara ya 3300 salî hilweşand ku cihekî pîroz ê Êzidiyan e.
Çileya 2018'an dema ku êrişa dagirkeriyê li ser Efrînê dest pê kir li Efrînê 19 cihên pîroz ên Kurdên Êzidî hebûn. Navê van cihên pîroz û gundên ku lê ne wiha ne: Barsa Xatûn (Qastal Cindo), Şêx Hemîd (Qestal Cindo), Şêx Xerîb (Sînka), Ciya Xane(Qîba), Qralê Adî (Qîbar), Şêx Cenîd û Şêx Seîdî (Faqîra), Hawker (Qarah Gerna), Şêx Berekat (Ciya Şêx Berekat), Şêx Alî (Basufan), Şêx Rakab (Şadîra), Şaraf Deen (Pavilion), Bêlla Manan (KeferCenê), Bêr Cavier (serdana Cafar, Maşolê, Hanan), Birca Cindî (Qîbar), Serdana kevirê (Qîbar), Şêx Abdul Qadir (Terinde), Şêx Karas (Dêr Belot), Serdana Abu Kaaba (gundê Abu Kaaba), Şêx Kassab (Berc Qasê)
Di dema êrişa dagirkeriyê û piştî wê de goristan û tirbên Kurdên Êzidî jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin xerakirin. Goristan û tirbên Şêx Adî, Şêx Hemîd, Parsê Xatûn, Şêx Hemîd, Şêx Cinêd, Ebdellrehman ûHenan hatin hilweşandin. Alavên girîng ên li goristanan hatin talankirin û dara xweziyê ya ku di baweriya Êzidiyan de xwecihî cihekî taybet e hate birîn.
Navenda Yekîtiya Êzidiyan a ku sala 2013'an ava bû, di Hezîrana 2018'an de navenda wê ji aliyê dagirkeran ve hate teqandin. Peykerê Zerdeşt ê li vê navendê li Rojhilata Navîn tekane peykerê Zerdeşt bû. Li vê navendê, bi kedeke mezin pirtûkên li Şengal, Sûriye û Rojhilata Navîn ên li ser baweriya Êzidiyan hatibûn komkirin. Li şûna vê navendê dibistaneke olî ji aliyê çeteyan ve hate çêkirin.
Çeteyan li Çiyayê Şêx Berkêt, mezintirîn goristana Êzidiyan talan kirin. Dewleta Tirk li vê derê nuqteyek ava kir, berhemên Êzidiyatiyê ji holê rakir û li şûna wan ên Îslamiyetê bi cih kir.
MISILMANTÎ LI SER ÊZIDIYAN TÊ FERZKIRIN
Ya ku dewleta Tirk di nava 3.5 ên dagirkeriyê de li dijî Kurdên Êzidî yên li Efrînê kir, hovîtî ye. Êzidî tên qetilkirin, revandin û zext li wan tê kirin ku bi zorê bibin Misilman. Yekîtiya Êzidiyên Efrînê ragihand ku ji 20'ê Çileya 2018'an dema destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û vir ve herî kêm 13 Êzidî li Efrînê hatin qetilkirin, 42 hatin revandin û 11 ji wan jin bûn. Di Cotmeha 2019'an de li gundê Qitmeyê Afiyet Cûma ya 35 salî û Sedîka Îbo ya 32 salî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û aqûbeta wan hîn nayê zanîn.
Li gundê Qêbarê yê Efrînê Omer Şemo yê 66 salî ji ber ku red kir ku bibe Misilman bi gulereşandinê ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.
Çeteya bi navê Ehbadullah Cemaatî ku ji bo belavkirina Selefîtiyê ava bûye, di 21'ê Adara 2021'ê de çû gunde Qibarê yê Êzidiyan, 2 hefteyan lê ma û zext li 23 Êzidiyên li gund kir ku bi zorê bibin Misilman.
Çavkaniyên xwecihî jî diyar kirin ku di destpêka meha Remezanê ya sala 2021'ê de di serî de li Basûfanê li gelek gundên Êzidiyan çeteyên bi kincê DAÎŞ'ê li malên Êzidiyan geriyan û zext li wan kirin ku rabin sihorê û rojiyê bigirin.
Hevseorka Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Sûat Huso diyar kir ku zext li zarokên Êzidî yên li Efrînê tê kirin ku biçin mizgeftê û kûrsa quranê, her wiha zext li jinên Êzidî tê kirin ku çarşefê li xwe bikin.
DEMOGRAFÎ Û ÇAND TÊ GUHERTIN
Dewleta Tirk di nava 3.5 salan de li Efrînê paqijiya etnîkî li ser Kurdan ferz kir û hewl da demografiya bajêr biguherîne. Zêdeyî 450 hezar mirovên ji malbatên çeteyan û yên ji cihên cuda yên Sûriyeyê hatin anîn, li Efrînê hatin bicihkirin. Li gundên Êzidiyan malbatên çeteyan hatin bicihkirin û di asteke metirsîdar de demografî hate guhertin. Li van herêman şopa Êzidî û Kurdan hate tunekirin, li gundên Êzidiyan mizgeft û kamp hatin çêkirin.
Beriya dagirkeriyê ji sedî 90 ê gundê Kastel Cindo Kurdên Êzidî bû, ji sedî 10 Kurdên Misilman bû. Li vê derê derdora 450 malbatên Êzidî diman, lê niha herî zêde 25 malbatên Êzidî mane ku piraniya wan jî extiyar in. Her wiha malên 3 Êzidiyan jî kirin mizgeft.
Li gundê Şadireyê jî ku gundekî biçûk ê Êzidiyan e tenê çend malbatên Êzidî mane. Dewleta Tirk gelek kesên ji Idlibê li vî gundî bi cih kiriye. Her wiha dest bi çêkirina kampekê jî kiriye. Di mehên Nîsan-Gulana 2021'ê de li gundê Şadireyê dest bi çêkirina mizgeftek bi navê 'Mizgefta Fîlîstînê' kir. Li gundên Êzidiyan hemûyan malan dikin mizgeft.
LI HIN GUNDAN ZEXT GIRANTIR E
Li gundên Êzidiyan li Baflûnê ya Şerayê û Basûfane ya Şêrawayê zext û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker girantir e. Beriya dagirkeriyê ji sedî sed nifûsa Basûfanê Êzidî bû. Li gund derdora 3500 Êzidî hebûn. Piştî dagirkeriyê herî zêde 200 Êzidî mane. Mîna li gundên din ên Efrînê hemûyan kirin li vî gundî jî mirovên ji deverên cuda yên Sûriyeyê anîne çete û malbatên wan bi cih kirine. Dewleta Tirk li vî gundî gelek qereqol çêkir, her wiha çeteyên Feylaq Şam bi cih kir. Dema dawî li hin nuqteyan çeteyên Cephet El Nûsra hatin bicihkirin.
Di 16'ê Cotmeha 2020'î de çeteyên Feylaq Şam hewl dan li Basûfanê mizgeftekê çêbikin. Ji ber nerazîbûna Êzidiyên li çar aliyên cîhanê çêkirina mizgeftê rawestandin. Lê belê niha li Basûfanê herî kêm 3 malên Êzidiyan kirine mizgeft û zext li zarokên Êzidî kirine ku biçin mizgeftê.
Gundiyên Baflûne jî di dema êrişa dagirkeriyê de ji ber bombardûmanê neçar man ku koç bikin. Dewleta Tirk piştî dagirkeriyê çete û malbatên wan li vî gundî bi cih kir. Êzidiyên ku xwestin vegerin gund, destûr ji wan re nehate dayin. Li quntara vî gundî ji bo malbatên çeteyên Firqa Hamza, Ceyş El Şarqiye û Ahrar Şamê kampek ji 70 malî hate çêkirin. Li vî gundî hin malên Êzidiyan kirin mizgeft.
ERDOGAN FERMANA OSMANIYAN A LI SER ÊZIDIYAN LI EFRÎNÊ DEWAM KIR
Serokê berê yê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Suleyman Cafer bi bîr xist ku heta niha 72 ferman bi destê Împaratoriya Osmanî li dijî Êzidiyan hate kirin û diyar kir ku îro jî neviyên Osmanî van komkujiyan li Efrînê dikin. Cafer di vê mijarê de got, "Li Efrînê berhemeke dîrokî ya Kurdan nehiştin. Hemû birin Tirkiyeyê. Her wiha qadên dîrokî hemû hilweşandin. Bi dîtina min Erdogan wê di demeke kurt de pirtûkekê, nexşeyekê amade bike û bêje 'Efrîn a Tirkan e. Li vir tiştekî Kurdan nîne'.
Niha rewşa Kurdan û Êzidiyan a li Efrînê gelekî bi êş û giran e. Dewleta Tirk naxwaze li Efrînê Êzidiyekî bi tenê jî bimîne. Ji ber ku mîna ku Rêber Apo got, dema ku Êzidî tune bibe çanda Kurdan wê tune bibe. Dewleta Tirk niha hemû qadên pîroz û dîrokî yên Êzidiyan hilweşand. Li gundên Êzidiyan mizgeft ava kir. Kincên Îslamî li jin û keçên Êzidiyan ferz dike, Misilmantiyê li mirovên Êzidî ferz dike. Divê mirovahî êdî li ber van komkujiyan rabe. Divê dawî li vê bêdengiyê bîne. Dewleta Tirk dagirker e û dixwaze Efrînê bike xaka Tirk. Ji bo vê jî polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan bi taybetî li dijî Kurdên Êzidî dimeşîne. Divê her kes li ber van polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê rabe. Divê Tirkiye ji Efrînê, ji Serêkaniyê, ji tevahiya Sûriyeyê bê derxistin."