BI DÎMEN

Neviyê Şêx Seîd: Bila gelê Kurd li ber PDK'ê rabe

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tê, hevkariyê pê re dike û bang kir ku li dijî PDK'ê helwesteke hevpar bê nîşandan.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ Û XIYANET

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand ku bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Iraqê dema dawî zêde bûne. Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK û malbata Barzanî bi dijminê qedîm re tevdigere, lewma bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin.

'HEVKARIYA BI DIJMINÊ QEDÎM Ê GELÊ KURD RE NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Firat destnîşan kir ku dewleta Tirk bi xwe her carê nîşan daye ku dijminê qedîm ê gelê Kurd e û anî ziman, damezrandina dewleta Tirk li ser înkar û îmhakirina Kurdan ava bûye, vê yekê jî bi kiryarên xwe radixe pêş çavan. Firat bi bîr xist, gelê Kurd li dijî vê înkarê bi sedan sal in li ber xwe dide, têdikoşe û got, helwesta PDK'ê ya dema dawî xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike. Firat diyar kir ku gelê Kurd 40 salên dawî bi pêşengiya Tevgera Azadiyê têdikoşe, ev têkoşîn ji bo gelê Kurd bûye hêvî û got, "Têkoşîna gelê Kurd ti carî neqediya. Tevgera Azadiyê li hemû parçeyan têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Xelkê Başûr xwişk û birayên me ne. Dema ku li Başûr sîstemeke federal ava bû, kêfa Kurdan hemûyan hat. Weke gelê Kurd me got, em ê karibin ji vê sîstemê sûdê werbigirin. Lê belê em lê dinihêrin, tê dîtin ku destketiyên xwe dixe destê dijminên Kurdan. Xaka xwe pêşkêşî dijminên gelê Kurd kirine. Pêşkêşî dewleta Tirk kirine. Dewleta Tirk herî zêde dijminê wan e. Ji bo PKK'ê tine bike bi dijminê xwe re tifaqê dikin. Ji bo dewleta Tirk PKK'ê tine bike rê dide, destûrê dide ku qereqolê ava bike. Bi her awayî alîkariyê dide. Weke Kurdekî ez fêhm nakim, tênagihêjim. Ji ber ku dewleta Tirk wê derê desteser dike. Herî zêde ew ê zerarê jê bibînin. Ji ber ku çar parçeyên Kurdistanê di nava sînorên Mîsakî Mîlî yê dewleta Tirk de ye. Li ber çavên dewleta Tirk bi vî rengî ye. Divê malbata Barzanî ji vê şaşitiyê vegere. Ewqas leşker, çek û cebilxaneyan belasebep naxin wê derê. Divê malbata Barzanî tavilê ji vê şaşitiyê vegere. Ji ber ku dewleta Tirk li pey desteserkirina wê derê ye."

PDK DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKE WÎLAYETA DEWLETA TIRK

Firat anî ziman ku ev polîtîkayên malbata Barzanî û PDK'ê wê encamên gelekî metirsîdar ji bo Kurdan bi xwe re bîne û ev tespît kir: "Malbata Barzanî ya dixwaze sîstema federal a li wê derê tine bike û bike wîlayeteke dewleta Tirk, ya jî hêza wan têra dewleta Tirk na. Lê belê eşkere ye ku xizmetê ji van polîtîkayên desteserkirinê re dike. Ji ber ku ketina dewleta Tirk a bi tank û topan a li wê derê bi rengekî cuda nikare bê îzahkirin. Yekane hêza dînamîk a Kurdan ku têdikoşe Tevgera Azadiyê ye. Asêkirina rêyên berxwedêrên Tevgera Azadiyê ku bi dil û can têkoşin, birîna lojîstîka wan û dorpêçkirina wan ji bilî alîkariya bi dijmin re bi kêrî kesî nayê. Dewleta Tirk dijminatiyeke qedîm û eşkere li Kurdan dike. Em ji vê derê careke din bang li malbata Barzanî dikin; ji bo me Kurdistan yek e. Me bi rengê Başûr, Rojhilat, Bakur û rojava parçe nekir. Dijminên me parçe kirin. Êdî xizmetê ji dijmin re neke. Dijmin wê Kurdan ji bo tinekirinê ji hev cuda neke."

HÛN WASIYETA MELE MISTEFA BARZANÎ JI NEDÎTÎ VE TÊN

Firat gotina 'Caş' a Mele Mistefa Barzanî bi bîr xist ku ji bo hevkarên dijmin bilêv kiribû û got, "Baş e gelo ev ne wasiyeta Mele Mistefa bû? Îro vê wasiyetê jî ji nedîtî ve tên. Hûn îro bi dijminê qedîm re bûne yek û malovaniyê ji wan re dikin. Eger PKK'ê biqedînin, wê çi bikeve destê we? Nêta wan desteserkirina tevahiya Kurdistanê ye. Hûn ê çi bi dest bixin? Tavilê dest ji vê şaşitiyê berdin."