Nerazîbûn nîşanî qetilkirina rûspiyên Şerabiyan hate dayîn

Meclîsa Rûspiyên Hesekê yên nerazîbûn nîşanî qetilkirina rûspiyên eşîreta Sarabiyan daxuyaniyek nivîskî da gotin: “Ji bo xweparastinê ji bo her fedekariyekê em amade ne.”

MeclÎsa Rûspiyan a Hesekê têkildarî kuştina du rûspiyiên eşîra Şerabî (Şêx Îbrahîm Mihemed El-Mihêmîd û Şêx Mehmûd Mihêmîd El-Xelef û hevjîna wî Tifaha El-Salih) ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li bin konê sersaxiyê yê li gundê Til Erfan hatiye vedan ji aliyê endamê meclîsa Rûspiyan a Hesekê Fewaz El-Namis ve hat xwendin. Endamên Meclîsa Rûspiyan û endamên saxiyên sivîl û leşkerî li Hesekê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Melîsa Rûspiyên Hesekê û Meclîsa Eşîreyên Kurdî em sersaxiyê ji eşîra Şerabiyan re dixwazin. Eşîrê di aloziya Sûriya de gelek şehîd di oxira parastina xak û rûmetê li dijî terorîstên DAÎŞ`î de da û bi hemû pêkhateyan ji bo rizgarkirina herêmê ji DAÎŞ`ê bûn yek. Niha jî li hember mezintirîn terorîstên li ser rûyê erdê di şexsê Erdogan de, disekinin. Erdogan ê ku sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kuştin, koçberkirin û talankirin. Kesên di malên xwe de bi ewle dijiyan malên wan li ser serê wan hilweşandin.

Bi saya yekîtiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya xwîna şehîdên me ti carî gelê me têk naçe. Dagirker wê mîna DAÎŞ`ê ji xaka me werin derxistin. Em bang li tevahî pêkhateyan dikin ku li hember êrîşên hovane li ser xaka me bisekinin. Divê em bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin û her tiştê giranbuha ji bo wê feda bikin.

Serkeftin a me ye ji ber me xwediyê maf in. Şehîd namirin. Şîfaya acil ji birîndaran re. Bimre Erdogan."

Piştî daxuyaniyê bi navê Eşîra Şerabî Mihemed Fehed Ebîd, bi navê Eşîra Cibûr Fewaz El-Zobe, bi navê Eşêrên Kurdî Newaf Zozanî û bi navê pêkhateyên Suryan Iliyas Enter, axivîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAÎŞ`ê li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane bisekinin.

Her wiha spasya QSD`ê hat kirin ku parastina xak û gelên wê bi hemû pêkhateyan dike û soz hat dayîn ku ew ê li kêleka QSD`ê bisekinin, hemû eşîreyên li Bakur û Rojhilatê dê bi hevre li dijî êrîşên Erdogan bisekinin.