MSD’ê êrîşa li ser navenda xwe şermezar kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşa li ser navenda xwe ya li Qamişloyê şermezar kir û got: “Heta ku îstikrara siyasî ya li Sûriyeyê pêk tê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşa duh (26’ê Sibata 2024) ya li dijî avahiya meclîsê ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şeva 26’ê Sibatê êrîşeke terorî li dijî navenda me ya li bajarê Qamişloyê hat kirin. Kesên nenas bombeyek avêtin hundirê sûra avahiyê. Ziyanên êrîşî tenê madî bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vê êrîşê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo pêkanîna demokrasiyê li welat dikin armanc.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êrîş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya Sûriyeyî dixwazin, pêk were."