Mistefa Îto: Mîna 'Doza Kobanê' bi sedan dozan jî vekin nikarin bi me

Hevserokê Kantona Kobanê bal kişand ser 'Doza Kobanê' û got, "Mîna 'Doza Kobanê' bi sedan dozan vekin jî ev bexwedan wê siberojê li Efrîn, Serêkaniyê û Ezazê bigihêje armanca xwe. Serketin wê ya têkoşeran be."

Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto têkildarî 'Doza Kobanê' ya li dijî HDP'ê hatiye vekirin axivî.

Mistefa Îto berxwedana Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Berxwedana Kobanê berxwedana ji bo tevahiya mirovahiyê bû. Ji ber k berxwedan li dijî terorê bû. Ev teror ne tenê li dijî navçeyekê yan jî cografyayekê bû. Teroreke di asta cîhanî de bû. DAÎŞ'ê temsîliyeta terorê û hêzên desthilatdar û dagirker dikir. Ji ber vê yekê Berxwedana Kobanê dest pê kir û gihîşt asta herî bilind."

Mistefa Îto bi bîr xist ku bi banga 'Xwedî li Kobanê derkevin' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo xwedîderketina li rûmet, şeref, azadî, çand û hebûna xwe ciwanên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl herikîn qadan, lê di encama êrişên dewleta Tirk de bi dehan ciwan şehîd bûn.

Di dewama axaftina xwe de Mistefa Îto got, "HDP'ê û siyasetmedar ji bo wezîfeya xwe ya exlaqî rabûn ser piyan, ji bilî vê yekê tiştek nekirin. Çi kirin? Hembêza xwe li extiyar, zarok û mirovên nexweş ên ji Kobanê koçber bûn vekirin. Ji bo wan alîkarî kom kirin, stargeh amade kirin. Niha jî bi doza li dijî van siyasetmedaran tê xwestin ku bi dehan salan ceza li wan bê birîn. Di şexsê wan de dixwazin ceza li demokrasiyê û fikra azad bibirin. Dixwazin ji wan re bêjin, 'Tu çawa dikare li dijî terora cîhanê şer bike'. Ya ku niha tê kirin û 'Doza Kobanê' hiqûqî nîne. Li her devera cîhanê alîkariya ji bo mirovên koçber bûye sûc nîne, rewşeke mirovî ye."

Mistefa Îto anî ziman ku dewleta Tirk bi hêza ji bêdengiya hêzên navneteweyî werdigire, êrişî derdorê dike, dagirkeriyê û komkujiyê dike û ji bo vê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî weke mînak nîşan da.

Hevserokê Kantona Kobanê Mistafa Îto ragihand ku dewleta Tirk van kiryaran ne tenê li dijî Kurdan dike û got, "Dest li her herêmê werdide. Berê ciwanên Sûriyeyî dide Lîbya û Qerebaxê. Cihekî ku dewleta Tirk ew bi kar neaniye nemaye. 'Doza Kobanê' ya ku dadgehên Tirk ên faşîst dimeşîne jî ji vê cuda nîne. Bila baş zanibin ku mîna 'Doza Kobanê' bi sedan dozan vekin jî, çawa ku berxwedan li Kobanê bi ser ket, çawa ku herêmên Baxoz-Reqa-Dêra Zorê ronî kir, ev berxwedan wê sibe rojê li Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û herêmên din ên di bin dagirkeriya Tirk de bigihêje armanca xwe."

Mistefa Îto got, "Îradeya gelan îradeya herî mezin e û wiha dewam kir, "Li Bakurê Kurdistanê dixwazin siyasetmedaran darizînin, ceza li demokrasiyê bibirin. Dixwazin rojên tarî dewam bikin. Dixwazin xeyalên xwe yên Osmanî pêk bînin. Di nava xefleteke mezin de ne. Ji ber ku ji aliyê siyasî, aborî, civakî ve rewşa wan rê nade ku li ya berê vegerin. Ji ber ku îradeya gelan wê ti carî ji doza xwe venegere. Yanî dikare bê gotin ku bi encama Berxwedana Kobanê re rûyê dadgehên Tirk li cîhanê hate kifşkirin.

Bi navê rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê em ji bo hevrêyên xwe yên ku di 'Doza Kobanê' de tên darizandin dibêjin ku bi fikir, aqil û nêrîna xwe bi we re ne. Em vê polîtîkaya ku ne exlaqî ye, ne hiqûqî ye, ne siyasî ye şermezar dikin. Bêguman serketin ê ya têkoşeran û berxwedêran be. Yên ku têk biçin AKP û hevparê wan e."