Meşa dirêj a li dijî tecrîdê ya li Qamişloyê dewam dike
Meşa rêxistinên ciwanan a li Qamişloyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Meşa rêxistinên ciwanan a li Qamişloyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 16'ê Gulanê de dest bi meşekê kirin.
Ciwanên ku ji Qamişloyê bi rê ketin, piştî ku gihîştin Tirbespiyê bi dehan kes tevlî meşa wan bûn.
Ciwan ber bi Çilaxa û Girkê Legê ve dimeşin û tê payin ku êvarê bigihêjin Girkê Legê.