Meşa dirêj a ciwanan bi dawî bû
Meşa 3 rojan a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan li Dêrikê bi dawî bû.
Meşa 3 rojan a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan li Dêrikê bi dawî bû.
Meşa 3 rojan a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo xwedîderketina li Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dest pê kir, li Dêrikê bi dawî bû. Şêniyên Dêrikê bi coşeke mezin ciwan pêşwazî kirin. Di meşê de ku bi sedan ciwan tevlî bûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn.
Piştî meşê li ber Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer mîtîngek hate lidarxistin.
Bi navê ciwanan Mihemed Elî bi Erebî, Nesrîn Hesen jî bi Kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker bi erêkirin DYE'yê ji 23'ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, da ku dagir bike. Em dizanin ku ne ji erêkirina DYE'yê be dewleta Tirk nikare gavekê jî biavêje.
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya hin xiyanetkar û nokeran rewabûnekê bide êrişên xwe. Armanca dewleta Tirk ne tenê têkbirina gerîla, PKK’ê ye, lê belê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye.
Ji 23’yê Nîsanê û heta niha ve, dewleta Tirk a dagirker bi piştevaniya hêzên cîhanê tevahî çekên nûjen û pêşketî bi kar tîne, da ku herêmên gerîla dagir bike. Tevî hemû teknolojiya sedsala 21’an lê dagirkerî li hember berxwedana pola derbeyeke biêş dixwe. Em dizanin ku vîna hêzên gerîla ji pola ne û vîna xwe ji gelê Kurd ku canê xwe daye, werdigirin.
Gerîlayên PKK'ê hêza herî rawa ye ku parastina rewa ya gelê Kurd pêk tîne, her wiha ji hemû destketiyên gelê Kurd garantor e. Hêzên gerîla ya ku hêza xwe ji gel digire li hemû deverî li hemberî êrişên dagirkeriyê sekinî û li kêleka gelê Kurd sekinî.
Gerîla bê teredut û ji eniyekê ber bi eniyeke din ve li ber xwe dide û rê neda ku dewleta Tirk Kobanê, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê dagir bike. Em ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku gerîla ne tenê şoreşgerên li çiya ne, lê belê xwişk û birayên me ne. Em ji gelê xwe yên Kurdistanê re teqez dikin ku em piştgiriya gerîla dikin û em amade ne li rex wê beşdarî şerê li hemberî dagirkeriyê bibin.
Li ser vî esasî em bang li gelê xwe yê wefedar û welatperwer dikin ku di vê rojê de sekna li kêleka gerîla tê wateya helwesta rûmet û jiyana azad e. Divê ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê seferberiya giştî ragihînin û bi gerîla re bin. Em hemû dizanin ku bi yekitiya bi gerîla û ciwanan re wê tu hêz cesaret neke ku xaka me dagir bike.
Di şerê rûmetê de yê li Avaşîn, Zap û Metînayê em bi gerîla re ne û bi diruşma bi ciwanên baz ber bi serketina Zagrosan ve em ê serketinê misoger bikin."
Piştî xwendina daxuyaniyê Koma Cûdî ya navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê stran gotin.