Meşa ciwanan gihîşt Girkê Legê
Meşa dirêj a endamên Tevgera Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan a ji bo piştevaniya li Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê gihîşt Girkê Legê.
Meşa dirêj a endamên Tevgera Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan a ji bo piştevaniya li Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê gihîşt Girkê Legê.
Endamên Tevgera Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo piştgiriya bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê ya HPG'ê, 3 roj in çalakiya xwe ya meşê dewam dikin.
Ciwanên ku ji Qamişloyê bi rê ketin doh êvarê gihîştin Girkê Legê. Ciwan bi dirûşmên "Bijî berxwedana HPG'ê" û "Na ji tecrîdê re" ji aliyê şêniyên Girkê Legê ve hatin pêşwazîkirin.
Ciwan wê îro jî ber bi Dêrikê ve bimeşin.