BI DÎMEN

'Mandela yê vê demê Abdullah Ocalan divê azad bibe'

Parlamentera Swîsreyî Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Abdullah Ocalan Mandela yê vê demê ye û destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.

TÊKOŞÎNA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Dostên gelê Kurd daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' dixin rojeva welatê xwe. Yek ji van jî Parlamentera Feederal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle ye. Fehlmann Rîelle çend roj berê pêşnûme pirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kiribû û bal kişandibû ser tecrîda li Îmraliyê. Her wiha ji Swîsreyê xwestibû ku di mijara azadiya Ocalan de bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamenter Laûrence Fehlmann Rîelle tecrîda Îmraliyê, pêngava azadiyê ya 10'ê Cotmehê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenter Laûrence Fehlmann Rîelle anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê êşkence ye û têkildarî armanca xwe ya ji pêşkêşkirina pêşnûme pirsê ji bo Konseya Federal a Swîsreyê got, "Ji roja ku Abdullah Ocalan bi rengekî trajîk ji Kenyayê hate revandin û birin girava Îmraliyê û vir ve, yanî 25 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Em zanin ku malbat û parêzerên Ocalan xwedî derfeteke gelekî kêm a hevdîtinê ne. Her wiha bi salan e ne agahî ji Ocalan tê wergirtin ne jî ji girtiyên siyasî yên din ên li Îmraliyê. Armanca bingehîn a pêşnûmeya ku me pêşkêş kir ew bû ku ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin, weke êşkenceyê bê nirxandin û bixin rojeva Konseya Federal."

'HELWESTA CPT CIHÊ FIKARAN E'

Fehlmann Rîelle destnîşan kir ku di serî de endamê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê Swîsre, divê hemû welatên Ewropayê li hemberî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û got, "Di serî de Swîsre, civaka navneteweyî di vê mijarê de dikarin xwedî bandor bin û zextê li hikumeat Tirk bikin. CPT'ê di demeke nêz de serdana girtîgehên li Tirkiyeyê kir lê belê neçû Îmraliyê. Dibe ku were gotin, Tirkiyeyê zext li CPT kiriye ku serdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Girava Îmraliyê neke. Tevî vê yekê jî balkêş e ku CPT ji bo çûyîna Îmraliyê israr nekiriye. Em agahiyên berfireh li ser serdana dawî ya CPT a li Tirkiyeyê nizanin. Lê belê ev rewş cihê fikaran e."

'ABDULLAH OCALAN JI BO KURDAN SEMBOLEKE'

Parlamenter Fehlmann Rîelle anî ziman ku Abdullah Ocalan semboleke têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e, hêviya gelê Kurd temsîl dike û got, "Ocalan li nava gelê Kurd xwedî cihekî mezin ê hurmetê ye, lê guhdarî dikin. Ocalan di nava gelê Kurd de xwedî prestîjeke mezin e. Ji ber vê jî di çareseriya bi danûstandinan a pirsgirêka Kurd de weke aktorê bingehîn tê dîtin. Danûstandinên ku beriya niha hatibûn kirin jî nîşaneya vê yekê ne."

'AZADIYA ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ GIRÎNG E'

Fehlmann Rîelle diyar kir ku yek ji armancên pêşnûmeya wan ew e ku Swîsre di mijara azadiya Abdullah Ocalan de bi rola xwe rabe û got, "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û şerê li Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava bi hev ve yekser girêdayî ne. Israra li ser tecrîdê di heman demê de israra li ser şer e. Berdana Ocalan di heman demê de ji bo gelê Kurd ê li Rojava û herêmên din weke parçeyek ji çareseriyê tê dîtin."

'DIVÊ HER KES TEVLÎ PÊNGAVA 10'Ê COTMEHÊ BIBE'

Fehlmann Rîelle anî ziman ku pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmehê destpê kir gaveke girîng e û got, "Li hemberî tecrîda li ser Ocalan û ji bo misogerkirina azadiya wî divê welatên Ewropayê, Swîsre jî di nav de civaka navneteweyî teqez bikeve nava liv tevgerê. Li hemberî vê rewşê ne tenê Kurdên li welatên me her wiha divê gelên Swîsre û Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Kampanya navneteweyî ya 10'ê Cotmehê bi vî rengî dikare hîn bi wate bibe.

'ABDULLAH OCALAN MANDELA YÊ VÊ DEMÊ YE'

Bi dîtina min ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em bi çend qonaxan bikevin nava liv û tevgerê. Yanî destpêkê dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê anîn. Piştre giraniyê bidin ser kampanya ji bo azadiya Ocalan ku weke Mandela yê vê demê tê dîtin. Kampanya ji bo azadiya Ocalan nîşaneyeke hêviyê ye, lê belê rê hîn dirêj e û divê seferberî jî timî dewam bike."