Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Bi tevlîbûna hemû endamên Sazîya Meclîsa Malbata Şehîdan li Goristana Şehîdan ya Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya li Herêma Şehbayê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Avaşîn, Metîna, Zapê hate bibîrxistin û hate diyarkirin dewleta Tirk dixwaze êrîşê bi ser Şengalê de jî bîne, avê li ser Hesekê û gundên wê qut dibe, bi zanebûna ava Ferêt kêm dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk li gel meha Remazanê û nexweşiya koronayê jî dijminatiya xwe ya çavsor a li ser Kurdan didomîne lê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ''Şervanên Rêber Apo wê êrîşên wan têk bibin, wekê berê û bi lehengî destanên nû bi tîpên zêrîn binivisîn.''

Saziyan banga li qada navdewletî kirin ku dengê xwe li dewleta Tirk bikin, êrîşên qirker ên Tirk bidin rawestandin û dawî li bêdengiya xwe li bara êrîşên Tirk bînin.

Saziyan diyar kirin ku ew li cem gerîlaya ne û bêbextiya hin hêzên Kurd şermezar kirin.